3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka li Sûriyeyê êrîşî milîsên Îranê kir

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê îro ragihand ku balafirên Amerîkayê êrîşên asmanî li ser depoyeke çekan li El Bûkemal a gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk anîn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya ku navenda wê li Londonê ye îro di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de der barê êrîşa li dijî milîsên Îranê de daxuyaniyek da. SOHR’ê ev agahî dan û wiha got: “Balafireke şer a ku tê texmînkirin ya Amerîkayê be, du êrîş birin ser depoyeke çekan û baregeheke çekan a milîsên Îranê li derdora bajarê El Bûkemal li gundewarê rojhilatê Dêrezorê. Di encamê de teqînên li dû hev di depoyê de pêk hatin.”

Rewangehê di daxuyaniya xwe de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a almanî ve hatiye belavkirin, bal kişandiye ser wê yekê ku firokeyên amerîkî ji destpêka îsal ve 4 caran çeperên milîsên Îranê li Dêrezorê kirine armanc û di encama wan de ziyanên mirovî û madî çêbûne.