17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika 83 salî li qereqola polîsan serbest berdan

Leşkeran serê sibê saet di 06.00’an de bi ser gundê Cirnoqî yê Navçeya Farqînê ya Amedê de girt û Jina 83 salî Sidika Suleymanoglu û bûka wê Netice Suleymanoglu ya 50 salî binçav kirin.

Polîs û leşkeran di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de danê sibehê li navçeyên Rezan, Peyasê, Farqîn û Hezroyê yên Amedê bi ser hin malan de girtin. Leşkeran li Gundê Cirnoqî yê Hezroya Amedê jî bi ser mala Suleymanoglu de girtin û Sîdîka Silêmanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Silêmanoglû (50) binçav kirin. Sîdîka û Netîce piştre birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Polîsan bi hinceta Sidika bi neviyê xwe yê PKK’yî re wêne kişandiye binçav kirin. Piştî îfadeya wê ya li midûriyetea polîsan Sidika serbest berdan.

Wê îfadeya wî bê girtin
Tê payîn ku îfadeya Netîce ya ku bi keça xwe ya PKK’yî re wêne girtiye wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê bê girtin.