Hunermenda kurd Emel Çîftçî, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li ser îfadeyên şahidê nepen “Ulaş” hatibû destpêkirin, di 21’ê tebaxa 2023’yan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” hatibû girtin. Yekemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Çîftçî, di danişînê de amade bû.
Şahidê nepen “Ulaş” bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û îdia kir ku Çîftçî “qaşo hunermend e, kadroya rêxistinê ye.” Çîftçî ev îdiaye red kir û got ku şahidê nepen ê behsa xeberê nas nake. Çîftçî, diyar kir ku hunermend e, tedawiya penceşêrê dibîne û xwest bê tehliyekirin.
Dozger jî xwest rewşa girtî ya Çîftçî bidome. Parêzerê Çîftçî Şerzan Yelboga jî diyar kir ku îdiayên şahidê nepen îdiayên razber in û tu delîlên şênber di dosyayê de nînin.
Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 14’ê adarê kir.