spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên di greva birçîbûnê de: Sekna we hêz dide me

Girtiyên siyasî yên li Amedê bi nameyeke Nobeta Edaletê silav kirin û gotin: “Têkoşîn û sekna we hêz û moralê dide me.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Bi heman boneyê bi pêşengtiya xizmên girtiyan, li gelek bajaran Nobeta Edaletê hatibûn destpêkirin. Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Amedê de ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de nameyek şandin û çalakiya wan silav kirin.

Girtiyên siyasî di nameya xwe de ji ewil malbat û dayik silav kirin û jê re serkeftin xwestin û gotin: “Weke hûn jî ji nêz ve dişopînin û bi awayekî fedakar tev li dibin, gelê kurd bi daxwazeke rewa, ji mêj ve doza azadiyê û statûyekê dike. Weke perçeyekî vê daxwaza rewa di demekî nêz de, ji nû ve dest bi hewldanekê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo Rêberê xwe azadiyê, ji bo hebûna xwe jî çareseriyeke demokratîk û statûyeke mayînde daxwaz dike. Daxwazên rewa ne û heta pêk tên jî dê di rojevê de bin. Em jî dê heta dawiyê ji bo van daxwazan hewl bidin.

Di vê têkoşînê de em ê heta dawiyê bi gelê xwe re bin. Me heta niha her fedekariya ketiye ser milê me pêk aniye, ji vir û şûnde jî çi fedekarî bikeve para me em ê pêk bînin. Em dixwazin daxwazên me yên ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk bi hêsanî pêk nayên. Ji gelek aliyan ve fedekariyê dixwaze. Em vê yekê ji van 50 salên dawî dizanin. Îro jî hûn fedekariya dikeve ser milê xwe pêk tînin. Fedekariya we ya îro jî bi qasî yên berê hêja û binirx e.

Wekî girtîgehên din em jî tev li pêngava we bûn. Hinek hevalên me dikevin grevê û yên din jî saziyên têkildar ji daxwazên me agahdar dikin. Her çend şert û mercên me zehmet bin jî em dizanin ku yên we jî zehmet in. Lê hûn tevî vê yekê jî têdikoşin. Ev keda we ya hêja, ji her alî ve hêz û moralê dide me. Malbatên me yên hêja; me saleke tije berxwedan li pey xwe hişt. Em bawer in ku sala nû jî dê bi hewldanên nû veguhere sala gelan, çandan, baweriyan. Tevî berxwedêrên aştî, wekhevî û demokrasiyê; di serî de jî têkoşîna jinan ku pêşengtiya wê jinên kurd dikin wê vê salê bikin sala xwe.

Bi vê nameya xwe ku ji deryaya hest û ramanên pak tenê çendek dilop in; dixwazin bibêjin ku xwesteka we ji bo ya azadiya Serok Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, heta dawiyê rewa ye. Bi baweriya bi serkeftinê em care din dibêjin ku sekna we hêz dide, moral dide û baweriya me qewîntir dike. Di şexsê we de em ji hemû welatparêzan re serkeftinê dixwazin. Dê ked û hewldana we bigihije armanca xwe. Bijî berxwedana gelê me yê birûmet.”