27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîkayê êrîşên hêzên Îranê yên li Sûriyeyê kir

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, ragihand ku li Sûriyeyê 2 baregehên leşkerî yên Pasdarên Îranê kirine hedef û li dijî wan êrîşên hewayî pêk anîne.

Li Sûriye û Iraqê, ji 17’ê cotmehê ve bi hinceta piştgiriya wê ya ji bo êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hamasê li dijî bargehên Amerîkayê ji aliyê hêzên di bin kontrola Îranê de êrîşên moşekî pêk tên. Herî dawî duh bi şev jî li Hewlerê bi du moşekan li dijî baregeha Amerîkayê êrîş hat kirin. Lê ev êrîş ji aliyê Amerîkayê ve vala hate derxistin. Pergala Parastina Hewayî ya Amerîkayê bersiv da êrîşê û her du moşek berî ku bigihîjin hedefa xwe hatin îmhakirin.

Her wiha li rojhilatê Sûriyeyê jî Amerîka li dijî du navendên Pasdarên Îranê û grubên girêdayî wan êrîşên hewayî pêk anîn. Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon), der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku êrîş bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden pêk hatine. Pentagon, destnîşan kir ku êrîş di çarçoveya xweparastinê de weke bersiva êrîşên ku ji aliyê komên milîs ên bi piştgiriya Îranê ve li Iraq û Sûriyeyê li dijî hêzên wan pêk tên pêk hatine.

Pentagon, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êrîş bi du balefirên şer ên F-16 hatiye pêk hatine û ev agahî dan: “Di berdewambûna êrîşan de wê Amerîka mafê xwe yê parastinê bi kar bîne. Êrîşên li ser leşkerên Amerîkayê yên li herêmê wê bê bersiv nemînin û Amerîka wê xwe biparêze. Êrîşên komên girêdayî Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê nayên qebûlkirin, divê werin rawestandin.”