Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li gel Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayîq civiya û li ser dosyeya koçberên li Iraqê guftugo kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de Serokkomarê Iraqê tekezî kiriye ku divê di zûtirîn dem de dosyeya koçberan dawî lê were anîn û parastina jiyana koçberên ku hîna di kampan de û di şert û mercên zehmet de dijîn, were mîsogerkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayeq spasiya giringîdayîna Serokkomar ji bo penaberan kir û şîroveyek der barê karê wezaretê ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan û vegerandina wan ji bo malên wan pêşkêş kir.
Her wiha hate ragihandin ku duh Serokkomarê Iraqê li gel Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî Qasim Erecî civiyaye. Her du alî li ser pêşhatên siyasî û emnî guftugokirine. Her wiha qala pêwîstiya xurtkirina hewlên ji bo bihêzkirina ewlehiyê li navçeyên sînor û çareserkirina mijara vegera koçberan ji bo cih û warên wan, bi taybet koçberên Şengalê kirin.