5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’iyê ku dewletê zaroka êzidî radestî wî kiribû hat girtin

Walîtiya Enqerê, ragihand ku rêveberê DAIŞ’ê Sabbah Alî Orûç ku zaroka êzidî revandibû û dabû ber firotinê hatiye girtin û ewlehiya zaroka êzidî hatiye girtin.

Walîtiya Enqerê, der barê rewşa zaroka êzidî ku di sala 2021’an de di serdegirtina hucreyeke DAIŞ’ê de hatibû rizgarkirin û duh Artı Gerçekê derxistibû holê ku ev zarok careke din radestî DAIŞ’ê hatiye kirin de daxuyaniyek da. Walîtiyê, ragihand ku ragihand ku rêveberê DAIŞ’ê Sabbah Alî Orûç ku zaroka êzidî revandibû û li ser înternetê dabû ber firotinê hatiye girtin û ewlehiya zaroka êzidî hatiye girtin.

Walîtî bêyî ku der barê dubare radestkirina zarokê ya DAIŞ’ê de tiştekî bibêje ev daxuyanî da: “Li ser agahiyên ku zarokeke êzidî dane ber firotinê di medya dijîtal de hatin parvekirin di encama xebata ku ji aliyê Miduriyeta me ya Emniyetê ya Bajar ve  hat kirin de welatiyê Iraqê S.O. û zaroka êzidî A.S.O bi hev re hatine desteserkirin û S.O. ji aliyê saziyên edlî ve hatiye girtin û zaroka êzidî A.S.O. ji aliyê welatiya me ve ewlehiya wê hatiye girtin.”

Zarokê dabûn DAIŞ’ê

Zaroka êzidî ya mijara gotinê di sala 2017’an de DAIŞ’ê ew revandibû Tirkiyeyê û li ser înternetê (dark web) dabû ber firotinê. Zarok di sibata 2021’an de li Enqerê di operasyoneke li dijî hucreyên DAIŞ’ê de hatibû rizgarkirin. Duh Artê Gerçekê bi belgeyan derxistibû holê ku ev zaroka ku hatiye rizgarkirin piştre careke din radestî DAIŞ’ê hatiye kirin.

Her wiha di nûçeyê de hatibû ragihandin ku di pêvajoya lêpirsînê de Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî zaroka ku qaşo parastina wê kiriye dawiya heftê şandiye cem DAIŞ’iyên gumanbar.