3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ANF’ê navê 10 leşkerê hatine kuştin ragihand

Êrîşên ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê dabûn destpêkirin, bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) didomin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), der barê şer de agahiyên balkêş derbas kir. ANF’ê ragihand ku li herêmên navborî di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkeran de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

Li gorî agahiyên ANF’ê, di 11’ê îlonê de li Girê Cûdî yê li Herêma Zapê pevçûnên dijwar qewimîne û 10 leşker di van pevçûnan de hatine kuştin. Her wiha ANF’ê navê leşkerên ku di pevçûnê de hatine kuştin jî aşkera kir. Navên leşkerên  hatine kuştin wiha ne: Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fuat in.

Wezareta Parastinê jî agahî dabûn

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî duh bi daxuyaniyekê parve kiribû ku di şerê li Zapê de leşkerên bi navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Çekên nukleerî bi kar tînin

Di berdewamê de ANF’ê destnîşan kir ku artêşa tirk di hinek tunelên şer de bombeyên nukleerî yên taktîk û çekên kîmyewî bi kar anîne.