spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mossad a Israîlê gef li Îranê xwar

Serokê Mossada Israîlê David Barnea îro bi daxuiyaniyekê gef li Îranê xwarin û wiha got: “Heke peymanek bi Îranê re were imzekirin jî nayê wê wateyê ku dê ji operasyonên Mossadê bêpar bimîne.” David Barnea der barê gefên Îranê ên li dijî welatiyên israîlî de jî wiha got: “Li ku dibe bila bibe heke Îranê dest welatiyekî israîlî bide wê bersiva me li dijî Îranê di nava axa wê de pêk were”

David Barnea ji beriya salekê de li ser vê peywîra xwe ye û ev cara yekemîne ku daxuyaniyekê dide çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li ser hewldanên Îranê yên li dijî welatiyên israîlî jî hatiye rawestandin û wiha hatiye gotin: Mossadê di dema dawî de bi dehan hewldanên Îranê yên li dijî welatiyên Israîlê têk biriye û em teqez dikin ku hekle zirar bigihê yek welatiyekî me dê bersiva me ji Îranê re tund be û di nava axa welatê wê de be.”

Hêjayî gotinê ye ku li gorî daxuyaniyên çapemeniya Israîlê li Tirkiye û hin deverên din hin hewldanên li dijî girtin û kuştina welatiyên israîlî hatibûn kirin lê beriya ku pêk werin hatibûn astengkirin.