8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên ne fermî yên hilbijartinên Swêdê

Li gorî agahiyên medya fermî ya Swêdê heta niha ji sedî 94’ê dengan ji hev cuda bûne û li gorî vê encamê partiyên rastgir dê ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursiyan bi dest bixin, partiyên çep dê ji 349 kursiyên parlamentoyê 173 kursiyan bi dest bixin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji 6 hezar û 578 navendên hilbijartinê 5 hezar 900 hatine hejmartin û li gor encamên dawî aliyê rastgir li pêş berdewam dike.

Heke ev encam wiha berdewam bike serokê partiya Moderatan Ulf Kristersson dikare bi piştgiriya Demokratên Swêdê, Lîberalan û Demokratên Xiristiyan hikûmetê ava bike. Ji ber ku ferqa di navbera her du blokan de gelekî biçûk e encamên hilbijartinê hîn jî dikarin werin guhertin.

Encamên nefermî ên partiyên ku tevli li hilbijartinan bûne wiha ye :

Partiya Sosyal Demokrat: %30.5

Partiya Moderate: %19.1

Partiya Demokratên Swêdê: %20.7

Partiya Navendî (Centre): %6.7

Partiya Çep: %6.6

Partiya Xiristiyan Demokrat: %5.4

Partiya Keskan: %5

Partiya Liberal: %4.6