27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Serêkaniyê jî xweza tê talankirin

Li gorî agahiyên çalakvanên Saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR komên çekdar ên girêdayî çeteyên (Firqet El Hemza) ya girêdayî dewleta tirk li Serêkaniyê jî dest bi birîna daran kirine. Çete daran dibirin û ji bo wekî êzingên zivistanê bifiroşin li cihekî kom kirine.

Ji aliyekî din ve SOHR’ê di 21’ê meha borî de jî dabû xuyakirin ku çeteyên (Ceyş El Islam) dest danîne ser mal û milkê welatiyekî êzidî. Ev welatî tevî hemû hewldanan nikaribû ku mal û milkê xwe ji destê çeteyan bigire. li gorî heman çavkaniyê çeteyan ji vî mirovî xwestiye ku 150 hezar dolarî bide wan ji bo ku ji nava mal û milkê wî derkevin. Hêjayî gotinê ye ku ev mal û milk behsa wî tê kirin 750 donim erde.

Hêjayî gotinê ye ku li seranserê axa Kurdistanê xweza tê talankirin, bi salane ev qirkirin û talan li dijî xwezaya Kurdistanê tê kirin. Berê bi şewatê ev qirkirin pêk dihat lê di van salên dawî de xwezaya Kurdistanê bi birîna daran tê kirin. Her wiha li her deverê ew kirine mijareke rentê û wan daran êdî wekî êzing difiroşin. Li Bakurê Kurdistanê talankirina xwezayê bi destê cerdevanan