7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser zexta Tirkiyeyê Kurdistanê kirin yek parçe!

Li başûrê Kurdistanê, zextên Tirkiyeyê gihîştin asteke dijwar û metirsyar. Desthilata Herêma Kurdistanê ku di bin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye, serî ji daxwazên Tirkiyeyê re ditewîne. PDK ku li dijî PKK’ê hevkariya Tirkiyeyê dike, di mijarên neteweyî de jî daxwazên Tirkiyeyê pêk tîne. Mînak herî şênber a vê der barê de di daxistina nexşeya Kurdistana mezin a li Zanîngeha Zaxoyê de xwe da der.

Fakulteya Zanistên Mirovahiyê ya Zanîngeha Zaxoyê, di 20’ê tebaxê de nexşeya Kurdistana mezin a parçebûyîi li ser dîwarê xwe danîbû. Piştî 22 rojan duh ev nexşe bi biryara Serokatiya Zanîngeha Zaxoyê hat rakirin û li şûna wê tenê nexşeya başûrê Kurdistanê hat danîn. Ji duh ve der barê daxistina nexşeyê de li ser hesabên medya sanal gelek şîrove tên kirin û ji rêveberiya Herêma Kurdistanê tê xwestin ku der barê mijarê de daxuyaniyek bide. Lê heta niha der barê mijarê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Berbanga sibehê nexşeyê rakirine

RojNewsê, derbarê mijarê de nûçeyek derbas kir û têkildarî mijarê agahiyên balkêş parve kir. Li gorî nûçeya RojNewsê, çavkaniyek ku nexwestiye navê xwe aşkera bike, diyar kiriye ku nexşe duh saet di 02 û 03’yê berbanga sibehê de hatiye rakirin û li şûnê tenê nexşeya başûrê Kurdistanê hatiye danîn.

Wezîrê tirkmen xwestiye bê rakirin

Çavkanî, serdana Wezîrê Karûbarên Pêkhateyên Herêma Kurdistanê Aydin Maruf ku beriya çend rojan li zanîngehê pêk hatibû bi bîr xistiye û ev agahî daye: “Dewleta Tirk bi rêya Aydin Maruf zext li ser berpirsên Hikûmeta Herêmê kiriye da ku ev nexşe li ser dîwarê zanîngehê bê rakirin. Piştre jî ji serokê zanîngeha Zaxo re hatiye gotin ku divê ev nexşe were rakirin.”

Wezîrê Herêma Kurdistanê Aydin Maruf ku bi xwe tirkmen e û bi nêzîkatiya xwe ya li gel Dewleta Tirk tê naskirin, di rojên borî de serdana Beşê Zimanê Tirkî ya li Zanîngeha Zaxoyê kiribû û vê nexşeyê dîtibû.