7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo penaberên sûrî yên li Libnanê hişyarî

Li Libnanê her ku diçe dijberiya penaberên Sûriyeyê zêdetir dibe.  Gelek caran rayedarên vî welatî daxwaza vegera penaberên Sûriyeyê bo welatê wan kiribûn.

Herî dawî Patrîkê maroniyên Libnanê Bişara El Raî daxuyaniyek di vê der barê de da. El Raî di daxuyaniyê de bang li penaberên sûriyeyî kir û wiha got: “Li welatê we şerek li ser we hat ferzkirin û hûn penaber bûn, heke hûn venegerin welatê xwe wê şerekî din li ser we were ferzkirin.”

Ev daxuyanî jî nîşan dide ku asta nerazîbûn û dijberiya li dijî penaberên sûrî yên koçî Libnanê bûne gihaye çi astê.

Libnana ku di krîza aborî de xeniqiye her ku diçe pereyên wê bêqîmetir dibin û buhayê xurekan zêdetir dibe dixwaze mijara penaberên Sûriyeyê çareser bike. Di nava vê krîza aborî de her ku diçe nerazîbûna gelê Libnanê ya li dijî penaberan jî zêde dibe û daxwaza vegera wan tê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku derdora 1 milyon penaberên sûrî li Libnanê dijîn.