9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aqûbeta Akdenîz û Aslan pirsin

ÎHD û Xizmên Windakiriyan di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz, Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan ên di bin çavan de hatine windakirin pirsin. Malbatan xwestin kujer bên darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan pirsîn û xwestin ku faîlên wan bên darizandin.

Amed

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 784’an de bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Wêneyên windakiriyan û pankart vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin.

Xizmên windakiriyan, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ê di 20’ê sibata 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê bi darê zorê hatiye windakirin pirsîn.  Beriya daxuyaniyê, Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Saman, ji ewil bal kişand ser karesata madenê ya li Licikê û berpirsyarên wê. Her wiha Saman got ku ew bi Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci re ne û peyama piştevaniyê da. Piştre jî serpêhatiya Akdenîz ji hêla Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.

Firat, wiha got: “Li gorî şahidî û gotinên Mehmet Mehdî Akdenîz a bi navê Mevlude Akdenîz bûyer wiha ye; leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pasûrê di 20’ê sibata 1994’anm de bi ser gundê Gevranê yê Pasûrê ku malbata Akdenîz lê dijiya de girtin. Di dema serdegirtinê de şêniyên gund bi darê zorê hatin derxistin. Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî jî li mezraya Gerger a girêdayî gund hate girtin û anîn gund.

Îşkence kirin

Leşkeran tevahiya jin, zarok, kal û pîr li meydana gund kom kirin. Piştre jî leşkeran mal şewitandin. Leşkerekî ji kaxizekî navên 6 kesan xwendin. Îrfan Akdenîz ê 18 salî, Mehmet Mehdî Akdenîz ê 22 salî, Ziya Çîçek ê 22 salî, Faîk Akdenîz ê 35 salî, Mehmet Şîrîn Allahverdî yê 35 salî û Halît Akdenîz ê 40 salî di lîsteyê de bûn. Ev kes li pêş çavên hemû gundiyan rastî tundiyê hatin. Piştre jî leşkeran ev her 6 kes bi xwe re birin navçeya Pasûrê.

Ji binçavkiriyan Halît, Îrfan, Mehmet Şîrîn û Ziya 18 roj piştre hatin berdan û hatin gundê xwe. Lê belêZiya Çîçek dema hatî berdan şandin leşkeriyê. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Amedê. Her 4 kesên din gotin ku di 5 rojên binçavkirinê de Mehmet Mehdî Akdenîz jî li gel wan li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê hatiye ragirtin, îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û piştî ku Mehmet Mehdî Akdenîz birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê jî êdî agahî jê negirtine.

Li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz ê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê dihat ragirtin, hefteyek piştre birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê.

Pêvajoya hiqûqî bi encam nebû

Her wiha li gorî îfadeyên şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li gel Kuddusî Adiguzel û Mîrza Ateş ên di binçavan de hatine windakirin re bi hev re hate dîtin. Ji vê dîrokê û şûnde jî tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nehatin girtin. Malbata wî di demên cuda de serî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) da. Gelemperî bersiva daxwaznameyan nehatin dayîn. Lê belê di 11’ê gulana 1994’an de bersiva daxwaznameyekê bi nivîskî hate dayîn û wiha hate gotin; ‘Navê wî di nava binçavkiriyan de nehatiye dîtin.’ Tevî ku li pêş çavê bi dehan mirovan hate bipnçavkirin jî, binçavkirina wî hate redkirin. Malbata Akdenîz piştre gelek serlêdan kir lê tevek jî bêencam man. Piştî ku ji hiqûqa navxweyî encamek bi dest nexistin, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Ji bo vê jî biryara binpêkirinê hate dayîn.”

 Êlih

Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 620’an de li pêşiya Bîdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Çalakvanan wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî li vir axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn dê li qadan bin. Huseyîn, di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan ên di 1’ê adara 2001’ê de hatin binpçavkirin û êdî agahî jê nehatine girtin xwend.

Huseyîn, ev agahî parve kirin: “Li gorî qeydan; di 1’ê adara 2001’ê saet di 12.30’an de li ser Cadeya 15’an, li rex pasaja Japonê û li pêşberî Banga Dovîzê ji hêla kesên cilên reş li xwe kilrin û bêtêl li gel wan bûn ve hatin binpçavkirin. Piştre jî li wesayîta bi plakaya 72 AF 678 hatin siwarkirin û birin. Xizmên Tahir Aslan û Mehmet Alî Aslan di 2’yê adara 2001’3e de serî li Walîtiya Êlihê, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê û Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê dan. Li ser vê yekê jê re hat gotin ku xizmên wan ji hêla cendirmeyan ve hatine binçavkirin û li Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan a Êlihê tên ragirtin. Lê tevî hemû lêgerînên malbatan jî têkildarî wan tu agahî nehatin bidestxistin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêr

Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, di hefteya 110’an de domandin. Çalakî, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen ve hate xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulkerîm Vardar ê di 15’ê tebaxa 1993’yan de li mala xwe ya li Taxa Esentepe ya Geverê ji hêla leşkeran ve hatiye qetilkirin hate pirsîn.

‘Em ê li her derê li aqubeta windakiriyan bipirsin’

Pinar, da zanîn ku Abdulkerîm Vardar li pêş çavên zarokên xwe hate qetilkirin û xwest ku lêpirsîneke baş were destpêkirin û berpirsyar bên darizandin. Şen, wiha bi dawî kir: “Em ê li her derê li aqubeta windakiriyan bipirsin û nehêlin weke cînayetên kiryarnediyar bimînin.”