3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc 3 milyon îmze ne

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tevlêbûna pêkhateyên kurd, ereb, suryan û tirkmenan didome. Gel eleqeyek mezin nîşanî îmzeyan dide.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê sibatê de bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Li Reqayê komîteyên komkirina îmzeyan li deverên cuda yên kantonê komkirina îmzeyan didominin. Endamê komîteya komkirina îmzeyan Elî El Xelef têkildarî rêveçûna kampanyayê de got: “Kampanyaya komkirina îmzeyan bi eleqeyeke xurt a ji şêniyan dewam dike.”

Xebatên li kantona Firatê

Li kantona Firatê komkirina îmzeyan 15’ê Sibatê dest pê kir û dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Di kampanyayê de heta niha 115 hezar îmze hatine komkirin. Endamê Komîteya Kampanyaya Komkirina Îmzeyan a Kantona Firatê Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce têkildarî kampanyayê axivî. Ehmed Xoce bi bîr xist ku beriya vê kampanyayê jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gelek pêngav hatibûn lidarxistin û got îmzeyên di vê kampanyayê de werin komkirin dê ji Konseya Yekitiya Ewropayê re werin şandin.

115 hezar îmze kom kirin

Ehmed Xoce diyar kir ku li ser asta kantona Firatê di mehekê de bi qasî 115 hezar îmze hatin komkirin û wiha axivî: “Kampanya dê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Em ê li ser pêyan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Minbic: Têkildarî eleqeya şêniyan a bi kampanyayê re, hevserokê Meclisa El Muhtereq Munîr El Ewed diyar kir ku li Minbicê ji destpêka adarê ve îmze têne komkirin. Armanca kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.” Li gorî rêveberan heta niha li bajarê Minbicê 111 hezar û 600 îmze hatine komkirin.

Endamê Înisiyatîfa Gel a Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Husam El Şewax jî li ser beşdariya şêniyan got: “Beşdariyeke xurt ji aliyê gel ve heye ku mîna wê çênebûye. Ev beşdarî çavkaniya xwe ji baweriya gel a ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêwîstiyeke lezgîn û bingehîn e digire.”

Reqa: Li kantona Reqayê komkirina îmzeyan li nav taxên bajêr bi asteke baş didome. Heta niha 600 hezar îmze hatine komkirin û hîn jî hemle didome. Çav li rê ye ku hemle heta dawiya vê adarê bidome.

Tebqa: Li bajarê Tebqayê hemle bi dawî bû û 102 hezar îmze li bajêr hatin komkirin. Komkirin li gundewarê kantonê didome û wê heta dawiya meha adarê bidome.

Dêrazorê: Li kantona Dêrazorê rêveberê hemleyê dan zanîn ku heta niha li kantonê 329 hezar û 208 îmze hatine komkirin. Hemle li kantonê didome.

Mensûr: Li bajarokê Mensûra yê Tebqayê kampanyaya komkirina îmzeyan bênavber didomin. Komîteyan da zanîn ku heta niha li wî bajarokî 35 hezar îmze hatine komkirin. Xebatên wan bênavber didomin.