28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem 21’ê Adarê 2024; Newroza Azadî û Serkeftinê

Vaye dîsa li dilê Kurdistanê, li qada Newrozê careke din milyon dibe yek deng. Bang li rêberê xwe dike. Dibêje; “bê te jiyan neba!” û “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” û daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin.

Dengê ji çiyê tê, mirovahî di govendê de ye,

Agir pêketiye, çirûskên wê li ba dibe,

Cemre ye, mizgîn e, Roja pîroz germdike av û axê,

Axa pîroz, axa welêt, warê me, Kurdistana me…

Bi Newrozê şa di be ev war.

Newroz roja şahiyan, roja liv û lebata sirûştê ye. Ji ber ku mirov perçeyekî sirûştê ne, vejîna xwezayê vejîna mirovan e jî. Ev roja nû roja me ye.

Helbet zindîbûna xwezayê ye Newroz, mîrateya jiyana mirovahiyê ye. Her wiha raperîne Newroz, serhildan û berxwedan e…

Lewma Kurd gelek wate dane Newrozê, gelek gotin hatine gotin li ser Newrozê, gelek stran û helbest… Her wiha gelek serpêhatiyên Newrozê hene. Serpêhatiya ji salên destpêka têkoşîna rizgariya Kurd heta roja îro jî weke panoramayek û weke dîroka zindîkirina Newrozê ye.

Wateya Newroza 2024’an

Vaya îsal dîsa xelekek nû li hewldana vê zindîkirinê zêde dibû. Kurdan pir wate li Newroza 20024’an bardikirin. Ji ber ku ji bo vê Newrozê dihat gotin, “Newroza Azadî û Serkeftinê.” Helbet di navenda vê azadiyê de, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû. Lewma pêdivî pê hebû ku ev Newroz ji pir aliya ve bi heybet bê pîroz kirin û careke din Kurd ji qadan bang li tevahiya cîhanê bikin.

Newroz bi tevahiya van wateyên xwe bi rastî jî ji cihekî pir watedar dest pê kir. Agirê yekem ji Dep’ê, ango ji warê berxwedêrê Newrozê Mazlûm Doxan bilind bû. Her wiha heman roj li cihê ku Zekîye Alkan û Rehşan Demîrel çalakiyên canbexşane pêk anîn, ango ji Sûrên Amedê û yên Kadîfekaleya Îzmîrê agirê Newrozê hate geş kirin.

Newrozê bi van cihên watedar dest pê kir û bi heman coş û kelecanê li tevahiya welêt belav bû. Hatibû plankirin ku li 57 navendan bê pîrozkirin. Lê ez bawerim Newroz li seranserê Kurdistana Bakur hema bêjin li tevahiya bajar û bajarokan, gund û waran hate pîrozkirin.

Meraq bû ji bo herkesi, gelo Newroza îsal wê çawa derbas bibe? Gelo digel ewqas pirsgirêkên aliyên siyasî wê gel çawa Newroz pêşwazî bike? Her wiha digel ewqas zext û zor, çewisandin û polîtîkayên îmhakirinê yê dewleta faşîst gelo wê gel çawa nêzîk bibe?

Qad bi qad agirê Newrozê

Roja destpêkê, 15’ê Adarê bajarê Dep’ê van tirs û fikaran ji aliyekî ve vala derxist. Lê Wan û Stenbol dane nişandan ku gelê kurd bi tevahiya hêza xwe li ser piyan e. Ji bilî van herdû navendan, tevahiya Newrozên ku di 17 û 18’ê Adarê de hatin pîroz kirin vê rastiyê nişandan.

Paşî Êlih… Ew Êliha ku di van rojên dawî de gelek lîstok li ser têne ceribandin û tê xwestin ku vîna wî vala bê derxistin! Gelê Batmanê bersiva tevahiya van lîstokan ji Qada Newrozê dan. Bi rastî jî pîrozbahiyeke bi heybet bû. Bi tevlîbûna xwe hem xwe, hem tevahiya derdora xwe şaşwaz hişt. Bi yek gotinê; gelê Êlihê mudaxeleya pêvajoya vala derxistina vîna xwe kir. Û bi Newrozê serkeftinek gelek mezin bidest xist.

Berdewama vê berxwedanê pêl bi pêl mezin dibû. Li herêma Botan, li Mêrdîn, li Serhedê, li navçeyên Rihayê, li herêma Bîngol û Dêrsim û Semsûr, li herêma Çukurovayê û gelek herêmên Tirkiyê Newroz bi coş hatin pîrozkirin. Heybeta gel li Wêranşar û Qoserê nîşaneya serkeftinê bû. Û pîrozbahiyên tevahiya van herêman provaya Newroza Amedê bû.

Keleha berxwedanê Amed

21’ê Adarê 2024… Newroza Amedê… Amed bi tevahî bedewiya xwe amade bû ji bo Newrozê. Ev hefteyek bû li tevahiya navçe, gund û taxên wê bi şev çiruskên agirê Newrozê li ba dibû. Coş û kelecan qet kêm nedibû. Tevahiya welêt sufle dabûn amedê. Digotin, “ev Newroz, Newroza azadî û serkeftinê ye. Rabe Amed, rabe û li vîna xwe, li berxwedêriya xwe, li mîrateya şehîdan, li serokê xwe û têkoşîna xwe xwedî derkeve.”

Amed bi vê hişmendiyê û bi vê dengê li 21’ê Adarê şiyar bû. Bi rojan bendewariyek li rewşa hewayê hebû. Meteorolojiyê digot roja Newrozê baran e. Bi rastî jî Amedê wisa dest bi rojê kir. Baranek bi şid dibariya. Lê dema me bala xwe da kolanên Amedê, gel guh neda baranê. Diherikîn qada Newrozê. Di stranê de dibêje ya; “sar û serma ne xem e, me dil gelekî germ e.” Ya rastî di çav û dilê Amediyan de ev yek dihate xwendin. Bi cil û bergên xwe, bi coş û kelecana xwe, bi stran û diruşmeyên xwe, bi dil û vîna xwe Kurdistanî ber bi qada berxwedanê ve diherikîn.

Hêj berî bernameya Newrozê destpê bike qad mişt bû. Ji mirovan tije bû. Piranî ciwan bala mirovan dikişandin. Te digot qey Amed tev ciwan bûye ji bo xatirê Newrozê. Di çavên wan de çiruskên agirê Newrozê hebû, di dilê wan de xwedî derketina li dozê, li Newrozê hebû.

‘Bê te jiyan nabe!’

Her kesek û her welatiyek dibe ku wateyeke cûda bide Newrozê û bi wateya xwe were qadê. Lê dema digihîjin qadê tevahiya armancan dibe yek armanc û dibe yek deng. Ew deng carna bi stranek olan dide, car caran bi diruşmeyek. Carna dibe qêrîna hezarê salan, carna bang li roja me dike. Carna dibe agirê dilê Mazlûm Doxan, car caran di bedena Kemal Kurkut de şopên gulleyan derman dike. Ew deng gelek caran û her dem dibe diruşmeya “Bijî Serok Apo” li tevahiya cîhanê belav dibe.

Vaye dîsa li Amedê, li dilê Kurdistanê, li qada Newrozê careke din ew deng bang li rêberê xwe dike û dibêje; “bê te jiyan nabe!” Ango ew diruşmeya “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” diruşmeya daxwaza azadiya birêz Ocalan e.

Şehîdê Newrozê Kemal Kurkut

Li Newroza îsal jî Kemal Kurkut nehate jibîr kirin. Newroz bi rêzdarî û minnetdariya ji bo Kemal destpê kir. Cihê ku hatibû qetilkirin bi wêneyên wî û kulîlkên biharê hatin xemilandin. Careke din jêre soz hate dayîn ku agirê Newrozê her dem gurr bibe, geş bimîne.

Bi herikîna demê re ewran jî rêz li ber bedewiya Newrozê girtin û navber dane barana xwe. Bi rastî jî navberek, an bênvedanek bû ji bo Newroz bê pîroz kirin. Ji ber ku ber bi qedandina pîrozbahiyê careke din rehma xwe barand bi ser Amedê re.

Malbatên qedirbilind

Vaye îro herkes li vir e. Me got ciwan lê ne tenê ciwan; qad bi tilîliyên jinan û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” diheje. Kal û pîr, da û dapîr, zar û zêc tev li vir in. Amed û tevahiya Kurdistanê herikiye qada Newrozê. Piştî sekna baranê yên nehatibûn jî hatin. Êdî cih nema li van deveran û waran. Digel hemû welatiyan malbatên qedirbilind jî cihê xwe girtibûn li qada Newrozê. Malbatên şehîdan, malbatên berxwedêran, malbatên ku têkoşînê heta roja îro anîne û berdêlên giran dane. Her wiha tevahiya sazî û dezge cihê xwe girtine.

Ji bilî slogan û stran û govend û dîlanê her wiha pankart û wêneyên li qadê jî bal dikişandin. Yên ji bo Newrozê, yên ji bo çand û ziman, yên ji bo soza bi şehîdan re… Her wiha di serî de yên ji bo birêz Ocalan.

Gelek kes derketin ser dike û axifîn. Komîteya amadekar, namzetên hevşaredariya Amedê, hevserokên partiyan, berdevka TJA’yê, siyasetmedara navdar Leyla Zana… Lê belê weke li tevahiya qadên Kurdistanê li qada Newroza Amedê jî yek baldariyek hebû ew jî nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji Newrozê re şandibû. Dema name hate xwendin sloganên ji bo birêz Ocalan qet kêm nebûn. Her wiha di axaftinên din de jî yek peyamek hebû ew jî azadiya birêz Ocalan bû.

Hunermendên Newrozê

Helbet li ser dikê hunermendên gelek qedirbilind jî hebûn. Hunermenda Tunusî Emel Mathlouthi, performanseke pir baş nîşan da. Her wiha stranên Kurdî jî gotin û dilê Kurdistaniyan fetih kir. Her wiha hunermend Xezal Mistefa, Mehrdad Alipour û Mîkaîl Aslan jî tevlî coş û kelecana Newroza Amedê bûn.

Ber bi qedandina pîrozbahiyê Mîkaîl Aslan derket ser dikê û baranê jî hêdî hêdî careke din ruyê xwe nîşan da. Êdî dema xatir xwestinê bû. Lê belê digel barana dijwar jî hêj bi hezaran welatî qada Newrozê terk nedikirin. Wisa xûya bû welatî ji Newrozê têrnebibûn.

Bi gotineke kurt; Newroza 2024’an careke din mohra xwe li dîrokê xist û kesên ku hesabên şaş dikin vala derxist. Û got ku divê îsal bibe sala azadî û serkeftinê, divê îsal bibe sala azadiya birêz Ocalan.