30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên siyasî 121 rojin ji bo azadiya Ocalan di grevê de ne

Girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd 121 rojin greva birçîbûnê berdewam dikin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 121’an de berdewam dike.

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dest bi gireva birçîbûnê kiribûn. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din dan û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.”