4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc û encamên êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê

Li gorî hin rayedarên Hemasê armanca wan ji vê êrîşê ew bû ku pirsa gelê Filistînê ji nû ve vejînin, lê tişta armanc dikir bi dest nexist

Êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê li dijî niştecihên Israîlê ên li zîvala Xezayê bi gelek rengan tê şîrovekirin û hê jî nîqaşên der barê armanca vê êrîşê de û bersiva Israîlê ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin.

Li gorî hin rayedarên Hemasê armanca wan ji vê êrîşê ew bû ku pirsa gelê Filistînê ji nû ve vejînin. Her wiha destnîşan dikin ku wan texmîn dikir dê bersiva Israîlê gelekî tund û dijwar be. Lê li aliyekî din rayedarên Hemasê wiha hesab dikirin ku wê êrîşa Hemasê ceger û wêrekiyê bide filistîniyan û li her deverên Filistînê li dijî Israîl rabin ser piyan û dest bi serhildana mezin bikin. Her wiha wan texmîn dikir ku dê gelek welatên erebî û bi taybetî komên çekdar ên girêdayî Îranê û Hizbulaha Lubnanê jî dê bi rengekî çalak tev li vî şerî bibin.

Îsraîl 28 roj in êrîş dike

Herî zêde jî rayedarên Hemasê pişta xwe bi Hizbulaha Lubnanê xurt dikirin. Lê tevî êrîşên dijwar û wêranker ên Israîlê li dijî Xezayê, Hizbulaha Lubnanê bêdeng û bêhelwest ma. Piştî 28 roj di ser êrîşên Israîlê re derbas bûn hê ji nû ve lîderê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrulah der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyaniya Nesrulah jî ne li gorî daxwaz û texmîna Hemasê bû û ne li gorî texmîna her kesî bû. Hizbulaha Lubnanê di daxuyaniyê de herî zêde li ser vê mijarê rawestiya û got ku agahiya wan ji vê êrîşê tunebû.

Her wiha agahiya Îranê jî ji vê êrîşê tune ye û ew biryareke Hemasê ya serbixwe ye. Der barê armanca êrîşa Hemasê de endamê buroya siyasî ya Hemasê Xelîl El-Heya dibêje ku armanca wan ne tenê rûbirûbûna leşkerî ya bi Israîlê re bû. Lê armanca êrîşê li gorî tê gotin ‘tevahiya hevkêşeyê bê guhertin û ne tenê rûbirûbûna leşkerî.” Her wiha tê gotin ku bi riya vê êrîşê dê pirsgirêka Filistînê vegere ser maseyê û di wî warî de êrîş gihaye armanca xwe.

Êrîş di çi astê de giha armanca xwe

Dema mirov bala xwe dide armanc û encamên wê êrîşa Hemasê ya 7’ê Cotmehê heta radeyekê hin tiştên ku pêk hatin zelal dibin. Yek ji armancên sereke li gorî rayedarên Hemasê ew bû ku dosyaya pirsgirêka Filistînê ji ser refkên tozgirtî daxînin û ev pirs bikeve rojeva raya giştî ya cîhanê. Heta radeyekê ew armanc pêk hat û meseleya Filistînê bûye rojeva sereke ya cîhanê. Lê hin armanc û daxwazên din pêk nahatin. Yek ji armancên sereke ew bû ku gelê Filistînê li her deverê rabe ser piyan û dest bi serhildana mezin li dijî Israîlê bike lê ew yek pêk nehat. Her wiha piştgiriya Hizbulaha Lubnanê jî ne li gorî texmînên Hemasê derket û li şûna bi rengekî çalak tev li vî şerî bibe, Hizbulahê xwe vekişand aliyekî û parastina xwe û Îranê kir. Hizbulahê bi vê yekê wekî ji Israîlê re bêje ez ne di vî şerî de me û Hemasê ne bi şêwira min û Îranê ew yek kiriye.

Bi giştî dema mirov armanc û encamên wê êrîşa Hemasê yên heta piştî mehekê ji vî şerî dide ber hev, mirov dikare bibêje ku zêde hesabê der û malê yê Hemasê li hev nehatiye. Lê kî dizane dê dawiya vî şerî dijwar çi bi xwe re bîne. Gelo ew ê bibe wesîleya çareseriyeke mayînde ji bo meseleya nakokiyên di navbera Filistîn û Isarîlê de? An jî dê van nakokiyan zêdetir bike? Gelo dê ew şer di wê astê de berdewam bike? An jî welatên din ên herêmê jî bixe nava agirê xwe? Her çendî ku Îranê dibêje ez ne di nava wî şerî de me, bi riya taşeron û alîgirên xwe tev li vî şerî dibe. Tiştê li ber çavan xuya dike çirûskên vî şerî roj bi roj li herêmê belavtir dibin û her roj dibe ku ji wan çirûskan jî agirekî din ê mezin vêkeve.