6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel cenazeyê şervanên YBŞ’ê bi dirûşma ‘Şehît Namirin’ spartin axê

Bi sedan şênişên Şengalê cenazeyê şervanên YBŞ’ê Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî yên duh di êrîşa hewayî ya artêşa tirk de li Sinûnê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş spartin axê

Gelê Şengalê cenazeyê şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî yên duh di êrîşa hewayî ya artêşa tirk de li Sinûnê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş hatin veşartin. Cenaze piştî wecibeyên olî bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Berxwedan û Dilgeş ve birêkirin. Gel di merasîmê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“berz kirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hemû sazî û dezgehên xwe li merasîmê amade bûn. Saziya Malbatên Şehîdan, TAJÊ, Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û bi sedan Şengalî ji bo şehîdên xwe bi rê bikin beşdarî merasîmê bûn. Ji bo şehîdan merasîma leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate gitin. Piştî merasîma leşkeri saziyên Şengalê peyamên xwe ji bo şehadeta şervanên YBŞ’ê ragihandin û helwesta xwe ya berxwedanê ya li hemberî êrîşan nîşan dan.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Qendîl Qîranî axivî. Qendîl Qîranî di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî civaka Êzidî û got: ‘’Di salvegera rizgarkirina Şengalê de, di rojekî ew qas pîroz de ku civaka Êzidî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê sekiniye û li ber xwe daye ev her du heval bûn hedefa dijmin. Lê çiqasî êrîş li ser me çêbin jî em ê tu carî paş ve gav navêjin.“

Qendîl Qîranî destnîşan kir ku her şervanekê YBŞ’ê ji bo civaka xwe fedayî ye û wiha berdewam kir: “Her şervanek ku şehîd bikeve bi hezaran şopdarên wan hene. Hevalê Argeş û hevalê Berxwedan wekî ciwanên Êzidî di rojên tarî de ji dijmin re bûn bersiv. Her du heval ji ber vê bûn hedefa dijmin. Dema çeteyên DAIŞ’ê di fermana 2014’an de êrîşê Şengalê kir, hevalê Berxwedan yek ji wan hevalan bû ku bû bersiva dijmin. Heya keç û xortek YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê hebe, tu kes nikare bi me gav paş ve bide avêtin. Hevalên me ji bo Êzîdxaneke xweser û azad canê xwe dan. Wan soza xwe da û di vê xetê de berdewam kirin.“

‘Emê tola şehîdan hilînin’

Qîranî balê kişand ser cihê ku êrîş çêbûye û got: “Ev êrîş li kêleka benda artêşa Iraqê çêbû. Eger li cihekî wisa wesayîtên YBŞ’ê were bombekirin, dewleta Iraqê ji vê tiştê agahdare. Ev tişt di bin çavdêriya dewleta Iraqê de tê kirin. Hevalê Dîndar, hevalê Çiya li ber bendeke artêşê de hedef hatin girtin îro ev heval jî li ber benda artêşê de hedef hatin girtin. Bêgûman em ê tola wan rakin.“

‘Em ê têkoşînê xurt bikin’

Pişt re li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hilwa Feqîr axivî û got: ‘“Îro şehîdên me dizanin ku ji bo çi têkoşînê dikin. Bila dijmin baş bizane, eger îro Argeşek şehîd ket, eger Berxwedanek şehîd ket wê bi hezaran Berxwedan û Argeş werin ser rûyê dinyayê. Heya dawiyê em ê berxwedana xwe berdewam bikin û wê kes nikaribe bi lingên xwe yên qirêj gavê xwe bavêje ser axa Şengalê. Wê tu carî kes nikarine îradeya Êzidiyan bişkîne û Êzidiyan bitirsîne. Ji bo em xewn û xeyalê şehîdên pêk bînin em ê gavên xwe xurtir bavêjin.“

‘Emê li peş şopa şehîdan bin’

Li ser navê malbata Şehîd Argeş, Xelef Sîncar jî axivî. Xelef Sîncar balê kişand ser xeta şehîdan û got: “Wan erka xwe pêk anî. 50 salan carekî di bin alekî de fermanek tê bi ser vê civakê. Hedefa wan a esasî ew e ku civaka me xilas bikin. Lê em bi şehîdan xilas nabin. Em ê timî li pey doza şehîdan bin.“

Piştî axaftinan cenazeyê her 2 şehîdan li şehîdgehê hatin veşartin.