7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyan gotin: Heta azadiya Ocalan berxwedan

Federasyona Gaziyên Şer, Dayikên Aştiyê û şêniyên navçeyên Hol û Erîşê soz da ku ew ê heta azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedanê bidomînin

Çalakiya konvedanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Hesekê tê lidarxistin, di roja 5`emîn de didome. Çalakî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de tê lidarxistin.

Îro şêniyên navçeyên Hol û Erîşe, endamên Federasyona Gaziyên Şer û Dayikên Aştiyê yên ku cilên spî yên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser li xwe kiribûn, berê xwe dan konê çalakiyê. Di bin konê çalakiyê de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Holê Emar El Mûsa axivî. El Mûsa diyar kir ku kiryarên dewleta tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel bêhelwestiya civaka navneteweyî bi armanca tunekirina îradeya gelan pêk tên.

Endama Meclisa Bajaroka Erîşe Henaa Sehal jî axaftinek kir. Henaa got: “Çiqas Erdogan ê faşîst hewl bide jî, dê nikaribe vîna gelê ku berxwedan û têkoşîn hilbijartiye û li ser fikrên Rêbertî dimeşe, têk bibe.”

Li ser navê Federasyona Gaziyên Şer jî Îbrahîm Nezal axivî. Nezal bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kirinên dewleta tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û soz da ku ew ê heta şikandina tecrîdê têkoşînê bidomînin.

Tê payîn ku sibê şêniyên navçeya Til Birakê û koçberên Kampa Serêkaniyê jî beşdarî çalakiyê bibin.