13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca meşa Gemlikê azadiya Ocalan e

Rêxistina DBP’ê ya navçeya Sîlopiya li avahiya partiyê civîna gel li dar xist. Rêveberan diyar kirin ku dê di 18’ê mijdarê de bimeşin Gemlikê û “Meşa Azadiyê” li dar bixin û gotin: “Armanca meşê, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya di 18’ê mijdarê de meşa Gemlikê ya Bûrsayê pêk bîne li navçeya Sîlopiyayê civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamenterê Şirnexê yê HEDEP’ê Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên TJA û gelek kesên din amade bûn. Li salonê pankartên “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û “Bi Rêbertiya azad re ber bi rizgariya demokratîk” vekirin. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê  Şirnexê Abdullah Gungen, anî ziman ku hemû hêzên kapîtalîst ên cîhanê li dijî fikrên Ocalan in û got: “Ji ber ku her fikr û felsefeya Ocalan belav dibe, rê li pêşiya berjewendiyên serdestan tê girtin. Dê aştî û wekheviya navbera gelan pêş bikeve. Li dijî  vê yekê li ser Rêber Ocalan tecrîdê giran dikin. Ji bo em vê tecrîdê bişkînin em dest bi meşa azadiyê dikin.”

Armanc azadiya fizîkî ya Ocalan e’

Parlamenterê HEDEP’ê yê  Şirnexê Zekî Îrmez jî anî ziman ku tecrîda li girava Îmraliyê tê sepandin, li ser gelê kurd, tirk û hemû rojhilata navîn tê sepandin û wiha got¨ 32 meh in tecrîdek giran heye. Ji komploya 9’ê Cotmehê heta niha di şexsê Rêber Ocalan de li ser hemû gelê kurd tecrîd heye. Ev tecrîd li dijî sincê mirovahiyê ye. Bi girtina Ocalan dixwazin gelê kurd bê Statu bihêlin. Em ê di 18’ê mijdarê de bimeşin Gemlikê. Armanca vê meşê azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e.”

Welatiyên tev li civînê bûn jî xwestin hemû kesên azadiya Ocalan dixwazin tev li meşe bibin û banga tevlêbûna meşê kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku gotin û pratika wan yek be dê tecrîdê bişkînin. Welatiyan xwest tecrîd û meşa Gemlikê rojeva gel a sereke be. Welatiyan xwest her kes li dijî tecrîdê vînek xurt nîşan bide.

Civîn bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” bi dawî bû.