2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca damezrandina HUDA-PAR’ê-II

Xetere rasterast ji aliyê mekanîzmaya di nav dewletê ve dihate birêvebirin. Dibe ku Emrullah Uslu hay ji vê polîtîkayê hebû lê vekirî neaniye ziman. Lê Hîzbul-kontra rabirdûya xwe tu caran ji bîr nekir û di her derfetê de kiryarên xwe diparêze

Damezrandin û rêvebirina Hîzbul-kontra her tim bû mijara nîqaşan. Hîzbul-kontra tu carî qebûl nekir ku ew ji aliyê dewletê ve hatine destekirin û li hemberî tevgerên azadîxwaz hatine bikaranîn. Lê rayedarên siyasî, leşkerî û ewlehiyê bi dehan caran anîne ziman ku wan bi zanebûn pêşiya Hîzbul-kontrayê vekirine û piştgirî danê. Di darizandinên doza Ergenekonê de avakarê JÎTEM’ê general Arîf  Dogan di dadgehê de anî ziman ku wî bixwe Hîzbullah daye avakirin û bi deh hezaran kes bi çek kirine. Bi taybet jî Waliyê Êlihê Salîh Şarman bi hezaran çek belav kirin. Di dema walîtiya wî de bi sedan kes hatin qetilkirin.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di rapora ku amede kiriye de wiha balê dikişîne ser têkiliya dewlet û Hîzbul-kontrayê: “Di 15’ê sibata 1993’an de Wezîrê Karê Hundir Îsmet Sezgîn di bernameya 32. Gun a ku di Show TV de hate weşandin de anî ziman ku Hîzbullah li hemberî PKK’ê hatiye rêxistinkirin. Waliyê OHAL’ê yê wê demê Unal Erkan di hevpeyvîna xwe ya ku di rojnameya Milliyetê de hatiye weşandin de got ku ‘heya PKK neyê hilweşandin niyeta wan tune ku rêxistinên wekî Hîzbullahê yên milîtanî bi dawî bikin. Yek ji rayedarên Hîzbullahê ku navê xwe aşkera nekir di hevpeyvînên 24-31’ê cotmeha 1992’yan de yên ku di kovara Gerçekê de hatibûn weşandin de diyar kir ku 12’ê Îlona ku darbe li tevgera çepgir xistiye pêşiya rêxistinê vekir, di salên 1985-86’an de rêxistina navendî xurt kirine û di 1991-92’an de dest bi çalakiyê kirine. Rayedarê Hîzbullahê kuştina Musa Anter, Bahriye Uçok û Turan Dursun girte ser xwe.”

Bikaranîna Hîbûllahê

Bi dehan mînakên ku dewletê piştgiriya Hîzbul-kontrayê dikir hene. Li Kurdistanê bi dehan rojnamegerên çapemeniya azad qetil kirin. Hemû jî bi hedefnîşandina dewletê. Bûyereke din jî kuştina nûnerê Kovara 2000’ê Dogru ye. Di 1992’an de piştî hejmareke bi sernivisa ‘Milîtanên Hîzbullahê di navendên Çevîk Kuvvetê de têne Perwerdekirin’ hate weşandin, nûnerê kovarê Halît Gurgen (18’ê Sibatê 1992)li Amedê di nava buroya kovarê de tê kuştin. Mînakeke din a ku têkiliya dewlet û Hîzbull-kontrayê derdixe rastê, axaftina yek ji rêvebirên JÎTEM’ê Atîlla Ugur e. Atîlla Ugur wiha dibêje: “Dema min li Mêrdînê wezîfe dikir, du kes anîn. Ne dişibiyan PKK’yiyan. Yek ji wan ê birih got ‘Yuzbaşi qeweta te têrî me nake. Wan çekên ku te girtine paqij bike û bide me. Em Hîzbullah in.’ Di wê navberê de astsubay hat. Ji Amedê telefon hatibû, xeta leşkerî bû. Yê hemberî min yekî payebilind bû. Wiha got ‘Tu hêj nû hatiyî, wan kesan berde. Ew li hemberî dijminê me, PKK’ê şer dikin.’”

Pir aşkera bû ku Hîzbul-kontra bi destê mekanîzmeyeke di nava dewletê de dihate bikaranîn. Jixwe pêvajoya operayona li hemberî Hîzbul-kontrayê vê rastiyê zêdetir radixe ber çavan. Operasyonên di 2000’an de dest pê kir. Çima 2000? Ji ber ku berî salekê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî dîl hatibû girtin. Dewletê li gorî xwe digot êdî tevgera azadiyê qediya, lewma pêdiviya bi hîzbul-kontra jî nema. Di encama operasyonan de li sedan malan di binê avahiyan de bi sedan cenaze hatin dîtin. Bi hezaran kes bi îşkencê hatibûn qetilkirin. Civaka kurd jixwe rastiya wan dizanibû lê civaka Tirkiyê cara pêşîn bi vê hovîtiyê dihesiya. Di encama operasyona hemberî Hîzbul-kontra de serokê rêxistinê Huseyîn Velîoglu hate kuştin bi hezaran endam hatin girtin. Di darizandinan de derket holê ku ev rêxistina terorê ji aliyê dewletê ve hatiye bikaranîn. Dadgehê ev rewş raxiste ber çavan û weke xeletiyekê aşkera kir.

Tu car nehate ‘qedandin’

Her çiqasî di 2000’an de mudaxaleyî Hîzbul-kontrayê hatbe kirin jî tu carî ew bi temamî nehate bidawîkirin. Ji bo dewletê her tim rêxistinên wisa wekî nîmetekî ne. Lewma diyar e ku dewlet zû bi zû dev ji van karan bernade. Li Tirkiyeyê ji ber agirbesta ji aliyê PKK’ê ve hatibû îlankirin şer heya 2004’an kêm bû. Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan dixwestin pirsgirêka kurd bi rêbazên demoratîk û muzakereyan were çareserkirin. Mixabin dewletê PKK li hemberî xwe zeîf didît û ji xwe bawer bû ku dikare bi tevahî tasfiye bike. Ji ber vê helwesta dewletê PKK’ê di 1’ê Hezîrana 2004’an de agirbest bi dawî kir û şer careke din dest pê kir. Di demeke kin de xuya kir ku PKK lewaz nebûye berevajî xwe nû kiriye û xurttir bûye.

Di vê navberê de Hîzbul-kontrayê careke din hate aktîfkirin. Di 2004’an de komeleyeke bi navê Mustazaf-Der hate damezrandin. Derdorên ku bi Hîzbullahê re tevdigeriyan di bin navê vê kompleyê de carek din xwe rêxistin kirin. Ya rast Hîzbullah tu carî nehatibû tasfiyekirin. Ji ber ku kiryarên wê yên qirêj derketibûn holê bi heman navî nikaribû tevbigere. Lewma di bin navê komleyeke legal de wekî ku xebatên civakî dike hate nîşandan. Tevgera Azadiya Kurd pêngava rêxistinbûna civakî dabû destpêkirin. Mustazaf-Der jî bi heman şêwazan tevdigeriya lê xwestekên wê cuda bûn. Li gorî mezheba sunî tevdigeriya û tehemula wê ji bawerî û gelên cuda re tune bû.

Hamasa kurd ava dikin

Carapêşîn Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan di 2007’an de bal kişand ser polîtîkayên nû yên AKP’ê û anî ziman ku ew dixwazin Hamasa kurd ava bikin. Mustazaf-Der bi vê armancê ava kirin. Di wê demê de bi hezaran mele şandin Kurdistanê. Meleyên nêzî Mustazaf-Derê yên di nav civakê de kadro dane wan û ew xistin mamosteyên fermî yên dersa ilma olî. Gelek ji wan jî di saziyên dewletê de ji bo karên olî pêk bînin peywirdar kirin.

Di 2010’an de Emrullah Uslu bi rojnameya Sabahê re hevpeyvînekê dike. Emrullah Uslu yek ji kesên ku bi salan di nava Daîreya Hemberî Terorê de xebitiye û li ser mijara kurd lêkolînan dike ye. Ev kes di vê hevpeyvîna xwe de tîne ziman ku li Kurdistanê Hamasa kurd tê amadekirin. Yanî cara pêşîn kesekî di nav mudiriyeta ewlehiyê de aşkera dike ku Hamasa Kurd tê avakirin. Uslu di hevpeyvîna xwe de behsa rêxistinbûna Hîzbullahê ya nû dike. Rojnameger li ser nirxandinê pirs dike û ew jî wiha dibersivîne: “Bîra kurdan a li hemberî Hîzbullahê gelek kûr e. Mesela kujerên faîlên wan nediyar dikarin werin jibîrkirin? Kurd dikarin Hîzbullahê efû bikin?

Hîzbullahê ew dem derbas kir. Êdî xwe bi nasnameyeke nû, bi ambalajeke nû pêşkêş dikin, rabirdûya xwe ji bîr kirin, dê bidin jibîrkirin. Dibêjin ‘em şîdetê bi kar nayînin’ lê nayê wê wateyê ku bi kar neyînin. Şîdetê bi kar bînin bi kar neyînin jî, li heremê rêxistineke wekî Hamasê ku hem balê dikişîne ser kurdbûn û îslamîbûnê, ji bo dewletê xetere ye.”

Lê xetere rasterast ji aliyê mekanîzmaya di nav dewletê ve dihate birêvebirin. Dibe ku Emrullah Uslu hay ji vê polîtîkayê hebû lê vekirî neaniye ziman. Berevajî axaftina di hevpeyvînê de, Hîzbul-kontra rabirdûya xwe tu caran ji bîr nekir û di her derfetê de kiryarên xwe diparêze… (Wê bidome)

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê