27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin

Li navçeya Licê û Pîran ên Amedê, li Îzmîr û Edeneyê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin kirin

Di pêşengtiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) di erefeya Cejna Qûrbanê de li Şehîdgeha Sipênî ya li gundê Çemê Elîkan û Goristana Sîsê yên li navçeya Licê û Goristana Pîrejman a li navçeya Pîranê û Îzmîrê serdana goristanan hatin kirin.

Çemê êlîkan

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk en navend û navçeyan, rêveberên navçeyên Yenîşehîr, Pasûr û Licê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şehîdgeha Sipênî ya li gundê Çemê Elîkan ê li navçeya Licê kirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren tev li serdanê bû.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag anî ziman ku gelê kurd serî netewandî ye û wiha got: “Zarokên Kurdistanê li dijî vê pergala dagirker tu car serî netewand. Ji bo azadiyê mirin girtin ber çavê xwe. Mirin jî çêbûn girtin jî  lê vî gelî li dijî vê pergala qirêj tu car paş ve gav neavêt.”

Karadag, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Hûn dizanin ku bi salan e Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve dîl tê girtin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser gelê kurd jî tê pêkanîn. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe ne çareserî ne jî azadî pêk nayê. Em di bin tecrîdê de dikevin vê cejnê jî ji ber vê yekê em ê li dijî siyaseta qirêj a AKP’ê û MHP’ê bêdeng nemînin. Em ji vir Cejna Qûrbanê ya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî pîroz dikin û rêz û silavên xwe ji wan re dişînin.”

‘Ocalan dê bibe dengê aştiyê’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren jî wiha got: “Bi sedan salan e li ser çand û zimanê me zexteke mezin heye û dixwazin em li dijî van zextan bê bertek bimînin. Hevrêyên me û gelê me tu car li dijî wan zextan serî netewand. Wê ji îro şunde jî netewîne. Yekane sedemê ranekirina tecrîda li ser birêz Ocalan derxistina holê ya pergala wan a qirêj e. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin dê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe dengê aştiyê. Ji bo em vî şerî bisekinîn divê em di nava yekitî û piştevaniyê de ne.” Serdana goristanê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Pîran

Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP, Partiya Çepên Kesk, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û gelek malbat di pêşengtiya MEBYA-DER’ê de serdana Goristana Pîrejmanê ya navçeya Pîranê kirin. Bi hinceta biryara ji aliyê Qeymeqamtiya Pîranê ve hatiye wergirtin, leşkeran kesên çûne serdanê nêzî goristanê rawestandin. Ji bo serdana goristanê destûr nehate dayîn. Şandeya ji vir çû ber bi goristana navçeya Pîranê ve bi rê ket. Şandeya li vir serdana goristanê kir, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan dua kirin.

Goristana Sîsê

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, rêveberên komeleyê, Dayikên Aştiyê, TJA, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û malbatan serdana Goristana Sîsê ya li Licê kirin. Malbatan li ser Goristana Sîsê ya beriya niha hatibû rûxandin giriyan.

‘Dest ji goristanên me berdin’

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas a di serdana bi rêzgirtinê destpêkir de axivî wiha got: “10 salan zêdetir e ev goristan hatiye çêkirin. Malbatan bi derfetên xwe ev goristan çêkirin. Heta ku em sax bin wê şehîdên me esasa me bin. Em ê her tim bên serdanê. Her cara em tên em dibînin ku êriş û texrîbatek li goristanên me hatiye kirin. Çi bikin bila bikin em ê serdanên xwe bidomînin. Destên xwe ji goristanên me bikişînin. Em ê ji bo aştiyeke birûmet têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya jî wiha got: “Em li hemberî têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ji bo jiyaneke azad û adil têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî wiha got: “Armanca wan têkoşîna jiyaneke azad bû. Têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê li ser vê axê berdewam dike. Bila rûhê wan şad be, têkoşîn wê bidome. Malbatên me dayikên me li vir in em ji vir careke din êşên wan parve dikin. Ez cejna gelê me, malbaten me û qehremanên me pîroz dikim.”

Îzmîr

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windarkirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) bi boneya Cejna Qûrbanê li Îzmîrê serdana goristanan kir. Serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan ên li goristanên Ornek Koy û Dogançayi yên li navçeya Bayrakli û ên li Goristana Kent a li navçeya Bornovayê hate kirin. Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tev li serdanê bûn.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, bi bîr xist ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo aştî, demokrasî û xwişk û biratiya gelan têdikoşiyan û anî ziman ku wê têkoşîna wan bidomînin.

Piştî axaftinan beşdarvanan kulîlk danîn ser goristanan û dua hatin kirin.

Edene

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Behra Spî (AYKAYDER) jî çûn serdana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi û Mutlu yên navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîr ên Edeneyê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, endam û rêveberên HDP’a bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdanê bûn.

Di serdanan de beşdaran gul danîn ser goran û dua kirin. Serdan, bi rêzgirtinê dest pê kirin û gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Di heman demê de gorên Kadrî Bagdu, Metîn Alataş û Volkan Eryîgît ên li Goristana Kuçukoba ya Seyhanê jî hatin ziyaretkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê