3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca êrîşan binesaziya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye

Balafirên şer ên dewleta tirk ji 19’ê mijdarê de gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê topebaran kirin û bi balafirên şer êrîşî gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Balkêşe ku di van êrîşan de binesaziya herêmê tê hedefgirtin. Di van êrîşên dawî de cihên wekî stasyonên elektrîkê, ambarên genim û bîrên petrolê jî hatine hedefgirtin.

Di êrîşan de balafirên bê mirov ên bi çek li gundewarê navçeya Tirbespiyê du cihên petorolê bombebaran kirin. Dewleta tirk cihê petrolê yê bi navê Ewda û cihekî din nêzî Leylanê yê 7 km dikeve rojavayê navenda navçeyê kir hedef.

Her wiha stasyoneke ku elektrîkê jî dide navçe û gundewarên vê herêmê di êrîşan de hate hedefgirtin.

Dewleta tirk bi van êrîşên xwe hem dixwaze binesaziya herêmê xera bike û gelên herêmê bîne hemberî Rêveberiya Xweser û hem jî dixwaze çavên gelê herêmê bitirsîne û wan ji cih û warên wan bike. Her wiha dixwaze herêmê vala bike da ku projeya xwe ya guhertina demografîk bibe serî û penaberên li ba xwe li cih û warê kurdan bicih bike.

Çekên Amerîkayê bi kar tînin

Hêjayî gotinê ye ku qaşo  Amerîka û Rûsyayê wekî welatên ku çavdêriya agirbesta sala 2019’an a bi dewleta tirk re dikin lê van herdu welatan jî li hemberî êrîşan bê helwest man û tenê bi daxuyaniyên şermoke nerazîbûna xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk anîn ziman.

Di ser wê yekê de jî derkete holê ku dewleta tirk di êrîşên xwe de çekên amerîkî bikar tîne.

Piştî êrîşên li hemberî gundewarên Kobanê, derket holê ku artêşa tirk çekên Amerikayê bikar anîne. Di wêneyên ku li cihê topbaran û bombebaranan hatine kişandin de, parçeyên roketan tên dîtin. Li ser van parçeyan hejmar û nav hene. Her wiha navê şîrketa bi navê “The Boeing Company” a Amerîkayê heye.

Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku dewleta tirk êrîşî navendeke hevbeş a Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên hevpeymaniyê dike û tê de 2 endamên hêzên HAT’ê  jiyana xwe ji dest didin û 3 endamên din jî birîndar dibin.  Di vir de jî baş tê xuyakirin ku kordînasyonek di navbera wan hêzan de heye lewre di dema êrîşê de kesek ji hêzên hevpeymaniyê nehatiye kuştin.