6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên Astanayê dest pê kirin

Lewre tu hêviya gelên Sûriyeyê ji hevdîtina Astanayê tune ye û êdî ew baş dizane dê ev civîn jî wekî 18 civînên beriya niha tenê di wan de bazar li ser xwîna wî bê kirin

Îro li paytexta Kazakistanê hevdîtinên tûra 19’emîn di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de dest pê dike û 2 rojan berdewam dike. Hevdîtinên Astanayê di gulana 2017’an de dest pê kirin û di encamê de peymana agirbestekê di navbera hikûmeta tirk û ya Sûriyeyê de hate imzekirin.

Ev civîn bi tevlêbûna Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk tê her wiha nûnerên Neteweyên Yekbûyî û welatên çavdêr jî cihê xwe di vê civînê de digirin. Ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve heyetek bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Eymen Sosan tev li civînê dibe. Ji aliyê Rûsyayê ve jî nûnerê Rûsya yê Sûriyeyê Alexander Lavrentiev serokatiya heyeta rûsî dike. Heyeta Îranê jî bi serokatiya alîkarê Wezîrê Karên Derve Alî Asgar tev li vê civînê dibe.

Alexander Lavrentiev da xuyakirin ku beşdarên vê hevdîtinê dê bi rengeke sereke mijarên ewlekariyê û zêdebûna tevgera terorîstan nîqaş bike. Her wiha dê mijara agirbestanji bo hin deveran were nîqaşkirin ji ber agirbesteke giştî ku hemû axa Sûriyeyê dide ber xwe niha ne pêkane.

Berdevkê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî dewleta tirk jî da xuyakirin ku dê di civînê de çarenûsa rewşa Til Rifat û Minbicê were nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev civîn di demeke wiha de pêk tê ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, malên sivîlan bombaran dike, binesaziya herêmê wêran dike û mirovan dikuje.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê de û ji destpêka lidarxistina van civînên bi navê Astanayê, ku di navbera van hersê welatên hatine lidarxistin û heta roja îro gaveke ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê nehatiye avêtin. Di hemû civînên wan de herêm li hev parvekirina û bazarên bazirganî li ser xwîna gelê Sûriyeyê kirine. Her welatekî ji van welatan li gorî berjewendiyên welatê xwe beşdarî vexwendeya ji bo komkujiya gelê Sûriyeyê bûye û ew welat di nava xwe de parvekirine.

Lewre tu hêviya gelên Sûriyeyê ji hevdîtina Astanayê tune ye û êdî ew baş dizane dê ev civîn jî wekî 18 civînên beriya niha tenê di wan de bazar li ser xwîna wî bê kirin.