19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojhilatê Kurdistanê serhildanên mezin û destwerdanên tund

‘Ciwanên Şoreşger ên Îranê’ bang li gelê Îranê kir ku sibê li hemû Îranê gel rabin ser piyan ji bo piştgiriya serhildanên li rojhilatê Kurdistanê û protestokirina tundiya hêzên ewlekariyê

Komeke ku navê ‘Ciwanên Şoreşger ên Îranê’ li xwe dike bang li gelê Îranê kir ku sibê li hemû Îranê gel rabin ser piyan ji bo piştgiriya serhildanên li rojhilatê Kurdistanê û protestokirina tundiya hêzên dewletê.

Di hefteya dehan a serhildana gel de herî zêde xwepêşandan li bajarên rojhilatê Kurdistanê hebûn. Di van rojên dawî de  xwepêşandanên herî girseyî li parêzgeha Kurdistan û Karmenşahê çêbûn. Piştî ku ev xwepêşandan rastî destwerdaneke tund a hêzên rejîmê hat, gelek bajarên din ên wekî Boşehir, Tehran, Meşhed û Qum  ji bo piştgiriya bajarên rojhilatê Kurdistanê daketin qadan.

Ji aliyekî din ve saziya ‘Mala Sînemayê’ bang li rayedarên dewletê kir ku girtin û binçavkirina endamên wê rawestîne û kesên binçavkirî serbest berde. Saziyê rayedarên dewletê hişyar kir û got heke hûn hevalên me bernedin em ê ji hemû endamên xwe bixwazin ku tev li tu proje û xebatên televizyon û sînemayê nebin.

Ev daxuyaniya saziya Sînemayê piştî binçavkirina Hengame Qadiyanî û Ketayon Rîhanî pêk hat ku ew bi piştgiriya xwepêşandanan hatin tewanbarkirin.

Di dema dawî de bi dehan leystikvan û hunermendên Îranê wêne û dîmenên xwe yên bê sernuxmandin par vekirin. Herî dawî derhunêr Sahar Mesîbî wêneyê xwe yê bê sernuxmandin li ser malpera xwe ya dijîtal par vekiribû.

Raporên taciz û tecawuzê

Ji aliyekî din ve gelek raporên derbarê rêbazên qirêj ên li dijî xwepêşandêran tên bikaranîn hatin belavkirin. Yek ji van rêbazan jî behsa tecawuz û destdirêjiya li dijî ciwanan di dema binçavkirinê de ye.

Li hember raporên destavêtina xwepêşandêran di girtîgehên Îranê, rayedarên amerîkî û ewropî nêzîkatiya rejîma Îranê bi nîşaneya tundî û zordariyê bi nav kirin û teqez kirin ku divê berpirsên tundiya hovane a li dijî xwepêşanderan werin cezakirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li hember raporên destdirêjiya li ser xwepêşandêrên Îranê, nerazîbûna xwe li hember vê kiryara zordaran nîşan da û got: “Amerîka berdewam e li dadgehkirina berpirsên destdirêjiyên hovane û tund.”

Herwiha berdevk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Xuya ye rêberê Îranê ji bo bêdengkirina dijberan dudilî nake.”