3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca gef û êrîşên li dijî Rojava

Dost û hevalên kurdan ên herî sadiq çiya ne. Ji bilî çiyayan dost û hevalên kurdan kêm in. Weke ku bi milyonan sal me parastine wê dîsa çiya me biparêzin.

Desthilata faşîst a AKP/MHP‘ê ku bi fen û fûtan hilbijartinên di meha gulanê de bi dest xist, niha dîsa berê xwe daye destkeftiyên kurdan ên li rojavayê Kurdistanê. Mirov dikare bibêje ku Rojava ne tenê di bin gef û êrîşên dewleta tirk de ye di heman demê de ji 4 aliyan ve di bin êrîş û gefan de ye. Aliyek bêguman dewleta tirk e, aliyek rejîma Sûriyeyê, aliyek çeteyên weke DAIŞ’ê û aliyek jî PDK ye. Aliyê herî mal-mîrat jî PDK ye.

Ev alî her çiqas wek 4 alî xuya bibin jî koka van hemûyan dewleta tirk e. Dewleta tirk dijminahiyeke kûr li dijî gelê kurd dike. Ev dijminahî xwe dispêrê dîroka bi sedan salan a înkar û nîjadperestiyê. Dewleta tirk ji destpêkê ve piştgirî dide DAIŞ’ê. Ev piştgiriya dewleta tirk hê jî didome. Tenê yek sedema vê piştgiriya dewleta tirk heye, ew jî dijminahiya li dijî gelê kurd e. Her wiha dewleta tirk di çarçoveya dijminahiya xwe ya kurdan de bi Rûsyayê re dîplomasiyeke qirêj dimeşîne. Ev dîplomasiya qirêj li Rojhilata Navîn zextan li ser rejîma Sûriyeyê dike ku berê xwe bide kurdan. Heman rewş li ser Başûr jî heye. Li vir bi zext û zora dewleta tirk deriyê Sêmalka yê başûrê Kurdistanê yê bi Rojava re girtin.

Dewleta lome jê nayên kirin

Dewleta tirk, ji bo êrîşî gelê kurd bike,hemû gelê xwe birçî dihêle. Mirov nikare di liv û tevgerên dewleteke wiha de li aqil û mantiq bigere. Jixwe dema ku nijadperestî û faşîzm bi pêş dikeve aqil û mantiq jî ewqas li paş dimîne û kêm dibe. Îcar dijminahiya dewleta tirk a li dijî kurdan bi rengê nijadperestî û faşîzmê gelek bi pêş ketiye. Nijadperest û faşîstên tirk ji bo kurdan bikujin dikarin welatê xwe jî bifroşin. Hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava dikin. Mirov nikare lome ji dewleteke wiha bike. Ji bo dewleteke wiha nikare bahsa pîvan û xalên navneteweyî û mirovahiyê jî bike. Ji ber ku hewce bike dikare mirovahî, ol, namûsa xwe jî hemû bide ji bo ku êrîşên xwe li ser kurdan bidomîne.

Armanc pêşeng in

Dema ku mirov bala xwe didê dibîne ku bi taybetî jî di armanca van êrîşan de jinên pêşeng ên şoreşê hene. Ciwanên pêşeng ên şoreşê hene, koçber hene bi taybetî jî koçberên Efrînê, zarok hene, kal hene, pîr hene, zeviyên genim û ceh hene, erd hene, dar hene bi taybetî jî darên zeytûnan hene, mirovên ji rêzê hene û sivîl hene.

Ev dewleta tirsonek ji jinan ditirse, ji ber ku jinên kurd serhildêr in, ji ciwanan ditirse ji ber ku ciwanên kurd çalak in, ji zarokan ditirse ji ber ku zarokên kurd ew ê rojekê tola dîrokê hilînin, ji çiyayên me ditirse ji ber ku çiyayên kurdan li hemberî wan asteng û kemîn in. Ev dewlet heya ji dar û gulên vî welatî jî ditirse, ji bo wê ewqasî bi xedar êrîşî vî gelî dike.

Berjewendiyên xwe diparêzin

Divê herkes baş zanibe ku Koalîsyon û bi taybet jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî çavên xwe ji van êrîşan re digirin. Heya cîhekî jî berjewendiyê wan di şerê di navbera kurd û tirkan de heye. Rûsya tew ji DYA xirabtir e, ji ber ku qet pîvanên ehlakî pêre nînin. Darbeyên kurdan ji Rûsyayê xwariye belkî ewqasî ji dewleta tirk nexwariye. Mînaka herî berbiçav jî firotina Efrînê ye. Rejîma Sûriyeyê û Iraqê jî bêguman li dû berjewendiyên xwe dimeşin û hewl didin ku serweriya xwe li tevahiya Sûriyeyê û Iraqê belav bikin. Başûr ji xwe ne hewceye em bahs bikin, ji ber ku ne sîstem heye, ne rêveberî heye, tenê berjewendiyê malbata Barzanî heye. Ew jî ji bo berjewendiyên malbata xwe dikare, ne tenê Rojava hemû Kurdistanê feda bike.

Parastina çiyayan

Em dibînin ku di vê çembera roviyan de heval û dostên kurdan kêm in. Ji ber van sedeman tenê kurd dikarin baweriya xwe bi berxwedana xwe bînin û êrîşên li dijî xwe têk bibin.

Tenê kurd dikarin bi hêza xwe ya cewherî van êrîşan û gefan têk bibin. Dost û hevalên kurdan ên herî sadiq çiya ne. Ji bilî çiyayan dost û hevalên kurdan kêm in. Weke ku bi milyonan sal me parastine wê dîsa çiya me biparêzin.