8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MSD û Heyet El Tensîq belgeya rêkeftinê amade dikin

Hevseroka MSD'ê Emîne Omer, di bernameyeke Rojava TV’yê de diyar kir ku belgeya rêkeftinê ya bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re îmze kiribûn amade dikin.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ku tev li Rojava TV’yê bû, der barê belgeya rêkeftinê ya di 24’ê hezîranê de bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re îmze kiribûn de agahiyên balkêş da.

Omer, destnîşan kir ku dest bi amadekirina belgeya rêkeftinê kirine û ev agahî dan: “Belgeya ku tê amadekirin dê bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re were nîqaşkirin, dê ji gelek detayan pêk were ku ji ya yekemîn zêdetir be.”

Her wiha Omer der barê naveroka belgeyê de jî ev agahî dan: “Belge dê ji nîqaşên zelal ên li ser destûra bingehîn, nenavendîbûn û pirsgirêka kurd pêk were.”

Di dawiyê de Omer got ku di demeke nêzîk de dê belgeye aşkera bikin.