7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di sala 100’emîn a Lozanê de divê Kurd tifaqa xwe ava bikin’

Nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî diyar kir heke yekîtiya neteweyî pêk were hingî darizandina Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî wê hêsan be û têkildarî Peymana Lozanê got, "Lozan tê wateya qirkirin, komkujî, talan, asîmîlasyonê."

Di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de ku Kurdistan kir çar parçe, nerazîbûna partî û saziyên Kurdan a li dijî peymanê zêde dibe. Di 22-23’ê Tîrmeha 2023’an de wê li Lozanê Konferansek bê lidarxistin. Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Konferansê nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî ye.

Merawdalî ji Rojnews’ê re axifiye û diyar kiriye ku divê Kurd êdî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û ji bo konferansa du rojan a li Lozanê banga tevlîbûnê kir.

Merawdalî ragihand ku dewleta tirk bi salan e li Kurdistanê komkujî û qirkirinê dike û anî ziman ku ji bo dewleta tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin li ber destê wan belgeyên têrker hene.

Merawdalî da zanîn, eger yekîtiya neteweyî pêk were hingî darizandina Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî wê hîn hêsan be û têkildarî Peymana Lozanê got, “Lozan tê wateya qirkirin, komkujî, talan, asîmîlasyonê.”

Merawdalî destnîşan kir ku Kurd ji gelên qedîm ên cografya Mezopotamyayê ye û got, “Bila hêzên navneteweyî zanibin ku her çend Kurdan bi çar parçeyan parçe bikin jî gelê Kurd yek netewe ye. Yekîtiya neteweyî daxwaz û armanca her Kurdekî ye. Ji bo vê jî divê Kurd li dora gotinên hevpar, piştevaniya neteweyî û yekîtiya neteweyî kom bibin. Divê em ji bo pêkanîna vê armanca 100 salî ya gelê Kurd bixebitin.

Em Kurd divê li ser du mijaran bixebitin. Ya destpêkê, vê yekê ji civaka navneteweyî re bibêjin; Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek netewe ye. Kes ne Kurdê Îranê ye, ne Kurdê Iraqê ye, ne Kurdê Tirkiye, ne Kurdê Sûriyeyê ye. Ji ber ku Kurd yek netewe ye. Di vê mijarê de divê kar bê kirin. Mijara duyemîn jî ew e ku divê her Kurdek xwe weke welatiyekî çar parçeyên Kurdistanê bibîne.”

Merawdalî di dawiya axaftina xwe de got, “Di sala 100’emîn a Lozanê de em şaşitiyên ku me di sedsala derbasbûyî de kir, dubare nekin. Divê em Kurd tifaqa xwe ava bikin.”