30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Greva birçîbûnê ya Dag û Er 50 roj li paş xwe hiştin

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 50 rojin li hemberî zexta PDK’ê ya lixwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er ne başe

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 50’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.

Însîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê derbarê rewşa Mazlum Dag û Abdurrahman Er de diyar ku li gorî xizmên Dag û Er ragihandîn vîtamîna B1 ya ku divê ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bê dayîn, nayê dayîn û dan zanîn ku her duyan jî gelek kîlo dane û dema dirabin serxwe zehmetî dikêşin. Herwiha destnîşan kir ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.

Di 30’ê Hezîranê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên dijî zextên PDK’ê di greva birçîbûnê dene, daxuyaniyek weşand û hate gotin; “PDK li beramber tenduristî û jiyana Mazlum Dag û Abdurrahman Er de berpirsyare û divê beriya rewş xirabtir bibe, dev ji siyaseta tecrîd û daxwazên Tirkiye yên li ser Dag û Er berde. Divê her kes dijî siyaseta PDK’ê xwedî helwest be.”

Her wiha di 1’ê Tîrmehê de KNK’ê derbarê Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên di greva birçîbûnê dene bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Hewlêrê kir. KNK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Bangewaziya me destpêkê bo hukumeta Hewlêrê û bo hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên di mijara parêstina mafê kesên girtî de bibin xwedî helwest ku mafê girtiyekî di zindanê de çi be pêwîste her du ciwan xwidan heman mafî be.”

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.