2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 zarok hînî şanogeriyê dibin

Saziyên çand, huner û şopandina rewşa zarokan bi rêya projeya ‘Şanogeriya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ zarokên şanoger û komên şanoyê yên zarokan amade dikin. Di projeyê de de 200 zarok cih digirin

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi 12 komên zarokan re di meha gulanê de dest bi projeya Şanoya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di çarçoveya projeyê de perwerde hatiye destpêkirin.

Bi giştî 200 zarok tev li perwerdeyê bûne, piraniya wan zarokên şehîdan in. Dersên ku di perwerdeyê de tên dayîn der barê bikaranîna deng, nefes û lîstikvaniyê de ne. Zarok dê cefenan (fabl) derxin ser dikê.

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo got: “Komên ku beşdar bûne ji Qamişlo, Kobanê, Helebe, navçeya Dêrik, bajarokê Rimêlan, Kampa Waşûkanî û herêma Şehbayê ne. Navendên ku projeya şanogeriyê lê pêk tên, li ser bajar û navçeyên navborî belavkirî ne.”

Zarok fêrî bikaranîna deng û lîstikvaniyê dibin û li ser wan jî ezmûnan pêşkêş dikin.

Jûlya Xelo li ser armanca perwerdeya şanogeriyê ji zarokan re jî diyar kir ku ew hestên zarokan dewlemendtir dikin. Li şûna derbaskirina demên vala bi lîstikên zarokan û şanoyê wan bêhtir nêzî civakê dikin û psîkolojiya neyinî ji ser zarokan radikin.

Jûlya Xelo da zanîn ku projeya Şanoya Zarokan dê 3 mehan anku heta 19`ê Tîrmehê dewam bike û di dawiyê de dê şahiyên zarokan li Kobanê, Şehba û Qamişloyê li dar bikevin.