spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Cihgirtina di rêza 147’emîn de objektîf e

Hevserokê Giştî yê berê yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, rêza Tirkiyeyê ya di Endeksa Aştiya Cîhanê de nirxand û got ku ji ber şert û mercên wê cihgirtina Tirkiyeyê ya di rêza 147’emîn de nirxandineke objektîf e.

Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) ku navenda wê li Avusturalyayê ye, di 28’ê hezîran ê de Endeksa Aştiya Cîhanê ya 2023’yan aşkera kir. Li gor vê endeksê Tirkiye di nav 163 welatan da di rêza 147’an da ye. Tirkiye di kategoriya 36 welatên Ewropayê de jî di heman endeksê de di rêza herî dawî de cih digire. Ev endeks li ser 23 nîşanan pêk tê. Di nav van nîşanan de; faktorên wekî mirina di pevçûnên li hundir û derve, rêjeya kuştinê, ast û îxracata çekan, teror, aramiya siyasî û hejmara girtiyan hene.

Hevserokê Giştî yê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, der barê mijarê de ji rojname ya me re axivî û  rewşa ku Tirkiye têde derbas dibe nirxand. Turkdogan, diyar kir ku cihgirtina Tirkiyeyê ya ya di rêza 147’emîn de nirxandineke objektif e û wiha got: “Ne ecêb e ku endeksa aştiyê ya Tirkiyeyê di vê rêzê de be. Ji ber pirsgirêka kurd, Tirkiye hê jî li welat, Sûriye û Iraqê operasyonên leşkerî dimeşîne. Ev opresyonên leşkerî ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve bênavber didomin. Di hiqûqa navneteweyî de ji vê rewşa ku Tirkiye têde ye re pêvçûn û şerê çekdarî tê gotin. Di hiqûqa navneteweyî de nirxandina dewleta tirk a li ser rewşa şerê çekdarî ya di bin navê nîqaşa têkoşîna li dijî “terorê” de tune ye.”

Welatê girtiyan!

Di berdewamê de Turkdogan, da zanîn ku di budçeyê de pareke mezin ji lêçûnên leşkerî re tê veqetandin û ev nirxandin kirin: “Em hem li gorî Peymana Cenevreyê û Protokolên pêvekirî hem jî li gorî rêziknameyên di Qanûna Romayê de ku hiqûqa Dadgeha Cezaya Navneteweyî tertîb dike û biryarên Dadgeha Cezayê ya Berê ya Yugoslavyayê rewşa li Tirkiyeyê weke pevçûn û şerê çekdarî pênase dikin. Ji xeynî vê leşkerên Tirkiyeyê li gelek welatên cuda hene. Piştî Qibrisê bû alîyekê şerê Qerebaxê û hêzên leşkerî şand alîkariya Qerebaxê. Tirkiye xwediyê duyemîn artêşa bejahî ya mezin a NATO’yê ye. Tirkiye di nava welatên Ewropayê de welatê ku herî zêde mirov lê girtî ne. Hejmara girtiyan her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe.”

Heqîqet û Edalet

Turkdogan, destnîşan kir ku divê Tirkiye di pirsgirêkên kurdan de polîtîkayên aşitiyane bimeşîne û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Siyaseta bêcezakirinê ya li Tirkiyeyê misogeriya berdewamiya sûcên giran ên rayedarên dewletê yên li hundir û derveyî welêt e. Ev jî li welat atmosfera tundiyê çêdike. Tirkiye berî her tiştî divê bi tevgera siyasî ya kurd re pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin. Divê bi welatên cîran re li ser esasê polîtîkayên aştiyê têkiliyên xwe bi pêş bixe û leşkerên xwe yên li derveyî sînorên xwe vekişîne. Divê dawî li bêcezabûnê bîne, rabirdûya xwe qebûl bike û kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine bêyî şert û merc bidarizîne. Divê Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin, lêçûnên leşkerî bên kêmkirin û ji bo hewcedariyên gel budçeyeke zêdetir bê veqetandin.”