3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliyên civakî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Çi bi awayekî nivîskî yan jî bi awayekî devkî be, divê pêşî em li ser têkilî û şêwaza ragihandina xwe ya ku bandorê li psîkolojiya me dike û li ser berdewamiya jiyana me hukim dike hûr û kûr bifikirin û têkiliyên xwe yên civakî tekûz bikin.

Pirsgirêkên şexsî û derûnî, ji bo hemû mirovan bûne kan û çavkaniya pirsgirêkên civakî. Her pirsgirêkeke şexsî her wiha pirsgirêkeke civakî ye jî. Belê gelek pirsgirêkên takekesî jî ji ber têkiliyên civakî ragihandina neyinî pêk tên.

Pêşveçûnên zanistî û geşedaniya teknolojiyê ya vê dawiyê, guhertinên civakî û çandî yên di encama şoreşên pîşesaziyê de jî bûne sedema zêdebûna pirsgirêkên derûnî û civakî.  Bi taybetî di van salên dawî de bi geşedanên di warê teknolojiya ragihandinê de ev pirsgirêk gihîştine asteke krîtîk.

Di vî warî de bernameyên perwerdehiya kevneşopî yên ku heta niha di nav malbat û civakê de pêk tên, têra çareserkirina pêdiviyên têkilî û ragihandineke baş, xurt û erênî nekiriye. Veguhastina zanînê û pêşvebirina teknolojiyê tenê li zanîngehan û dibistanên fermî bûye armanca bingehîn Ji bo armanc, suxre û erka van têkiliyên ku  ji bo lêkolînên rêberî û şêwirmendiya derûnî ku îro tenê li dibistên fermî û zanîngehên têne organîzekirin, divê li gel sazî û dezgehên sivîl li malan jî tedbîrên pêwîst bi awayekî zanistî werin girtin. Bicihanîna psîkolojiya ku di saziyên fermî  de têne hîn kirin di her astê de bibe rengekî fonksiyonel da ku ciwan û xwendekar bi awayekî hê bibandortir û erênîtir adapte bibin.  Ji bo wê jî divê hem li dibistan û zanîngehan hem jî di sazî û mezrîngeyên sivîl yên civakî de xebatên komî pêk werin û panel û semînerên derbarê têkiliyên mirovî/civakî ku perwerdehiya pejnkarî û hestiyariyê jî di xwe de dihewîne, bên dayîn.

Mixabin, gelek caran mirov ne ji bo famkirinê, ji bo ku bersivê bidin kesên pêşberî xwe li kesên din guhdarî dikin.  Bi vî awayî, hem derfeta xwe ya guhdarîkirin û famkirinê û hem jî şensê xwe yê danûstandin û pêwendiyê  ji dest didin.  Dema ku şansê wan ê pêwendiyê ji dest diçe jî, ew berê xwe didin darizandin û tawanbarkirina kesên pêşberî xwe. Pirsgirêka pêwendiya navbera kesan a rewşa neyînî tenê ne ji aliyê kesekî ve, ji aliyê herdu kesan ve pêk tê. Jixwe  pirsgirêka esasî di şêwaza danûstandina navbera herdu kesan de derdikve holê. Yanî pirsgirêka pêwendiyê ya herî mezin, şêwaza ragihandinê ye ku her gav di navbera mirovan de astengiyê derdixe.  Ji bo çareseriya pirsgirêkê jî gava herî girîng guhertina şêwaza têkiliyê ye. Neguhertina şêwaza têkiliyê, tu pirsgirêkan çareser nake, her wiha hejmara kes û takekesên problemîk(biarîşe) zêdetir dike.

Di têkiliyên civakî de kilîda deriyê hemû arîşeyan axaftin e. Axaftina baş û zimanê xweş e. Lêkolînên zanistî nîşan didin ku têkiliyên navbera mirovan; sedî 7 bi pêwendiya bi peyvan, ji sedî 30 bi awaza deng û ji sedî 60 jî bi zimanê bedenê pêk tên.

Axaftina bi zimanê xweş ew e ku bêyî rexnekirin û sûcdarkirina kesên ku em pê re mijûl dibin, daxwaz û hewcedariyên xwe bigihînin aliyê din. Divê di têkilî û ragihandinê de armanc ne darizandin be ku aliyê din xwe sûcdar nebîne û bandora hestyarî ya rewşa xwe ya ku ew tê de ye bêyî ku xwe biparêze, bide famkirin. Berî ku em mirovan rexne û sûcdar bikin, em dikarin bandora hestyarî ya bûyeran bi vegotineke erênî ragihînin wan

Divê mirov tu car ne li bendê bin ku mirovên pêşberî wan daxwaz û hewcedariyên wan yên negotî fam bikin û ji bo çareseriya wan hewl bidin. Tu kes bêyî têkilî û danistandinê bi ya dilê me nizane. Mirov çiqas ji me hez bikin jî bêyî têkilî û axaftinê ew ê nikaribin hest û hizrên me fam bikin. Di têkiliyên mirovan de rewşa herî dijwar lêgerîna sûcdarkirin û  berpirsiyargirtinê ye. Gava ku mirov ji hinekan tiştekî hêvî dike yan li benda tiştekî be, divê wê bîne ziman û daxwaza xwe zelal bike. Bi veşartin, nixamtin û tuwanckirinê (îmakirinê) tu pirsgirêk çareser nabin. Tuwanckirin, riya sûcdarkirin û mehkûmkina mirovan a herî hêsan, bêwate û bêfeyde ye.

Pirsgirêka têkiliya navbera mirovan yek jê jî pêşdarazî ye. Her çiqas hêsan be jî divê tu car em li ser hest, raman û tevgerên kesên din rave û şîroveyên hestî/hîsî nekin. Bêguman bertekên mirovan  ên li hemberî bûyeran, ne wek hev in. Awaya bertekên mirovan bi qasî hejmara wan û şêwaza liv û bizavên wan bi qasî cureyên hest û hizrên wan zêde ne. Hêja ye ku em li ser têkiliyên mirovî û şêwaza pêwendiyên xwe yên ku em ji civakê werdigirin, hûr bibin û  pirsirêkên xwe li gor  rêgez û pîvanên wê civakê  çareser bikin. Her çendî ku pêdivî bi guhertina qalib û pîvanên civakê hebe jî, gerdîş, kevneşopî û hînbûniyên civakê zû bi zû naguherin.

Gelek rê û rêbazên  ku  mirov dikarin di têkiliyên civakî û danûstandinên navbera mirovan de bi kar bînin hene. Belê dîsa jî gelek kes di pêkanîna têkiliyên civakî de ditengijin û têkiliyên navbera wan û mirovên din qels in. Têkiliyên neyinî hem ragihandinê asteng dike û hem jî gelek nexweşiyên civakî bi xwe re tîne. Nexweşiya civakî ya xeter yek jê jî egosantrîzm e; anku xweperestî ye.  Kesên ku di têkiliyên xwe yên bi mirovan re herî zêde zerarê dibînin jî dîsa ew kesên xudbîn û xweperest in.  Xweperestî mirov ber bi rêgezên cihêreng û bêbext ve dike.Tu kes li dora wan namîne. Ji bo wê, kesên xweperest her tim bi tenê ne. Lewre tu kes naxwaze bi kesên ku tim distînin û nadin re hevaltiyê bikin. Di heman demê de, tu kes bi kesên ku misêwa bi hebûn an jî zanebûna xwe pesnê xwe didin re dostaniyê dayînin. Bingeha hevaltî û dostaniyê dilsozî û bawerî ye. Di têkiliyên mirovî de alîkariya kesên din hevxemiyê (empatiyê) divê. Di têkiliyên navbera mirovan de hevxemî hem dibe jehrkuja xweperstiyê û hem jî gelek nexweşiyên civakî ji holê radike. Kesên dilsoz û ewlemend, her wiha kesên empatîk in. Kesên empatîk pirsgirêkên mirovan parve dikin, alîkariyê didin wan; hem êşa wan di dilê xwe de hîs dikin û hem jî barê wan sivik dikin.

Kesên ku hevxemiyê esas digirin, kesên pejnkar, hestyar û fedakar in. Ji ber ku her gav alîkariya mirovan dikin jî her tim dilxweş û bextyar in. Mirovên ku bi kesên dilsoz û fedakar re hevaltiyê dikin jî bi wan serbilind û şanaz in. Lêkolîn jî nîşan didin;  kesên ku alîkariya kesên din dikin hem li gor kesên reşbîn bêtir aram û xweşbîn in û hem jî li gor kesên depresîf û agresîf jî pir bitolerans (bêhnfireh) in. Her wiha berxwedan û bixwebaweriya wan jî ya mirovên din zêdetir e.

Têkiliyên mirov ên civakî û parvekirinên wî yên medyaya civakî xisleta wî/wê ya rastîn; şêwaza ragihana wî/wê ya telefonê û awaya bersiva peyamên ku ji wî re tên jî kesayetiya wî eslî li ber çavan radixe. Çi bi awayekî nivîskî û çi jî bi awayekî devkî dibe, divê pêşî em li ser têkilî û şêwaza ragihandina xwe ya ku bandorê li psîkolojiya me dike, kîmyaya me xira dike û heta li ser berdewamiya jiyana me hukim dike hûr û kûr bifikirin û têkiliyên xwe yên civakî tekûz û tekmîl bikin.