3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya bindestan di jinûveavakirina nijadperestiyê de

Nijadperestî li hemû cîhanê meyleke bilindbûnê nîşan dide. Li her welatîsedemên vê yekê girêdayî xalên navxweyî tê analîzkirin û her kes ji çarçoveya asoya xwe mijarê dinirxîne ku pirî caran ev hem dibe sedema şîroveyên teng û hem jî ne di cih de.

Mînak li Tirkiyeyê di demên dawî de di nijadperestiya li dijî gelên Sûriyeyê de xwe da der. Mirov ji kî/ê bipirse behsa pirsgirêkên ku piştî hatina sûriyan derketine holê dike. Ji tabelayên bi zimanê erebî bigire, ji doxtoran heta karkerên avahiyan xebatkarên ereb, cîranên ereb û hwd. dibin mijarên dilnexweşiyê, gilî û gazindê. Ez gotina “gilî û gazind” bi zanebûn bi kar tînim di çarçoveya nerazîbûna li hemberî biyaniyan û ne di çarçoveya nijadperestiya bi zanebûn.

Lê dîsa jî ev gilî û gazind ji nijadperestiyê ne destşuştî ne û gelek caran hevkariya nijadperestiya sîstematîk dikin. Li Almanyayê demeke ji gazinokên bi vî rengî re ‘hilbijêrên protest’ dihat gotin. Ango kesên ji polîtîkayên aktuel ên derbarê penaberiyê, koçberiyê, di dema koronayê de ji polîtîkayên derbarê koronayê aciz bûn dengê xwe dan partiyên rastgir û nijadperest. Di nava van kesan de mirovên ku di hilbijartinên berê de dengên xwe dabûn partiyên çepan jî hebûn. Ji polekê derbasî polekê din bûn, bi ‘protesto/bertek’ hat pênasekirin. Mirov ne li gorî bîrdoziyê, zêdetir gorî hestên xwe (tirsên xwe) tevgeriyan û ev jî hişt ku nijadperestî li gelek deverên cîhanê rêjeyeke bilind girt, digire û xuya ye ew ê hîn demekê jî bigire.

Bêguman di bilindbûna nijadperestiyê de gelek faktorên cuda hene û mirov nikare vê yekê tenê bi penaberan pênase bike. Lê mijara vê nivîsê jî di mînaka Almanyayê de acizbûna koçberan ji koçberan e yan jî di ya Tirkiyeyê de acizbûna kurdan ji penaberan e. Ku gelek caran haya wan ji wan nîne ku bi helwesta xwe nijadperestiyê rewa dikin, lê ev yek tu fêdeyê nade wan. Lewre serdestên spî di asta dawî de tu ferqê naxin navbera koçberan. Ger bikin jî tenê di asta xulamtiyê de ye. Dema kesên penaber ji sibehê heta êvarê di xizmeta wan de bin, ev qada xulamtiyê di nav sînorên xwe de dipejirînin. Lê dema kesên penaber bixwazin li cihên avjeniyê bi wan re bikevin avê, li restorantên ku ew jî xwarin dixwin, rûnên û xwarin bixwin, li dibistanan tev li zarokên spî rûnên, ji bo nijadperestan dibe pirsgirêk.

Mirov dikare bibêje, nijadperest ji xwe nijadperest e, lê bi kesên penaber/koçber ên ku bi xwe ji penaberan/koçberan aciz in, çi dibe? Ew çima ewqas ji mirovên wek xwe aciz in? Mebesta min bi “mirovên wek xwe” yên li derveyî têkiliyên serdest in. Ew çima ji axaftinên bi deng ên penaberan di nav seyareyên giştî de “şerm” dikin, ew çima ji girtîna alikariyê ya penaberan aciz in? Ew çima dema li cihê avjeniyê kesên ne spî jî hebin, êdî naçin wan deran?

Ev kes pirî caran beyî ku li neynikê binêrin, ji çavê mirovekî serdest li derdora xwe dinêrin. Ji bîr dikin ku ew bi xwe jî ne spî ne. Bi hesteke û her çiqas ew xwe ji wan penaberên ku ew bi xwe piçûk dibînin nehesibînin jî di dawiya dawî de di çavê serdestê spî de ew jî wekî koçberên din in û çûyîna wan a restoranta spiyan, cihê avjeniyê dê heman aciziyê çêbike. Lê ew qet rûyê xwe, çavê xwe li xwe venagerînin. Bi çavê spiyekî li derdora xwe dinêrin, dinirxînin; di vê navberê de xwe tune dikin, lê hay ji wan nîne.

Yek ji encamên vê korbûnê, hevkariya bi nijadperestiyê dihêle ku nijadperestî êdî di rojane de bi mînakdayîna van kesan helwestên xwe rewa bike. Heta rewakirin ji ser kesên nespî tê kirin.  Lewre dema kesê nijadperest vê yekê bi aşkere bibêje, bi tund tê rexnekirin û zû bi zû naxwaze xwe aşkere bike. Lê dema kesê koçber berdevkiya nijadperestiyê bike, armanc tê cih û ev nêrîn di nava civaka koçberan bi xwe de dibe gotineke “ji rêzê”. Êdî îdiayên wek “mêrên afrîkî tecawizkar in, penaber teral in û naxwazin kar bikin, ew nezanin” ji hêla koçberên heyranê spiyan in ve ji nû ve tê avakirin, asayî kirin.

Ev helwest di analîzên derbarê “kompleksa kêmbûnê “an jî “derûniya bindestiyê” de têra xwe hatine nirxandin.  Lê gorî min ev hevkarî êdî berebere berê xwe dide sûcdariyê û divê em ji nijadperestên nav me re aşkere bikin ku “gilî û gazindên” ku ew dikin, zanîna paşxaneyeke dîrokî hewce dike. Ger em bikevin nava lêkolîna kolonyalîzma ewropiyan û tiştên ku anîne serê bavik û dayikên penaberan, dibe ku ew awirên bi çavên serdestan li derdora xwe dinêrin, nikaribin rastiyê rabigirin. Lewma çêtir e, mirov bi çavê xwe li xwe û derdora xwe binêre.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê