7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanca serdana Ibrahîm Reîsî bo Sûriyeyê

Hemwextî normalîzekirina erebî-sûriyeyî, serokê Îranê serdana Sûriyeyê dike. Tehran bi fikare ku Sûriye ji hedê ku hiştiye zêdetir, bikeve hembêza dewletên ereb

Îro serokê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser vexwendnameya Beşar El Esed digihê Şamê. Balyozê Îranê yê li Sûriyeyê Huseyn Akberî ev serdan wekî  “gelek girîng” binav kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrna ku agahiyên xwe dispêre Akberî wiha behsa vê mijarê kiriye: “Li gel geşedan û guhertinên li herêmê rû didin, serdana Dr. Reîsî ji bo Sûriyeyê, gelek girîng e.”

Bi Reîsî re şandeyeke aborî û siyasî ya payebilind heye. Îran hevalbendê sereke yê rejîma Şamê ye û ji 2011`an ve, piştgiriya leşkerî, siyasî û aborî jê re pêşkêş dike.

Ji 13 salan ve, ev cara yekemîn e ku serokekî îranî serdana Şamê dike. Herî dawî serokê Îranê yê berê Mehmûd Ahmedî Necad, Îlona 2010`an serdana wê kiribû.

Hemwextî serdanê, tevgerên dîplomasiyê yên herêmî hene ku pê re rewşa siyasî ya li herêmê ji dema lihevkirina Siûdiyê û Îranê ve, hate guhertin. Meha borî Îran û Erebistana Siûdî li ser vegerandina têkiliyên di navbera her du aliyan de li hev kir. Li gel wê jî, nakokiya Îran-Îsraîl zêde dibe ku her du alî rasterast û nerasterast, navendên hevdu dikin hedef.

Ya herî balkêş jî di dema serdanê de, dewletên ereb ên ku ji 2011`an ve têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re qut kiribûn, dest bi normalîzekirinê bi hikumeta Şamê re kirine.

Têkildarî mijarê lêkolerê kar û barên Îranê yê ji Misirê Hanî Silêman got Reîsî ji bo teqezî li gelek dûrahiyan bike serdana Şamê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ya yekemîn, guhertinên bilez li ser asta herêmî rû didin, guhertinên di pîvanên hêzan û hevbendiyan de, ji nû ve sazûmankirina berjewendyan li gorî nêrînên nû ya rejîma Îranê û başkirina têkiliyan bi Ajansa Enerjiya Atomîk a Navneteweyî (IAEA) re.”

Li gorî Silêman dûrahiya duyem wiha ye: “Lihevhatina Îran û Siûdiye ye. Vegera Sûriye li hemêza erebî û Komkara Ereban yek ji encamên herî girîng ên vê lihevkirinê ye. Hewldanên agirbestê li hundirê Sûriyeyê, eniya vekirî ji aliyê Rûsya, Îran û Sûriye bu Tirkiyeyê re, eniya vekirî ya erebî bi Sûriyeyê re. Bi nêrîna min ev serdan di çarçoveya van mijaran de tê.”

Silêman wiha domand: “Dûrahiya sêyemîn jî, guheritnên li ser asta veberhênanên (istismarat) Îranê li Sûriyeyê, mezinkirina hegemoya wê li Sûriyeyê, çi bi rêya milîsan yan jî hevkariya aborî bi rejîma Sûriyeyê re di vê dawiyê de. Ji nû ve bicihkirina hêzên xwe li hember êrişên muhtemel ên Îsraîlê di dema bê de. Lê aramkirina eniya Erebistana Siûdî û Kendavê li hember Îranê, dê Îsraîlê provoke bike (tehrîk bike).”

Silêman diyar kir ku Îsraîl jî dixwaze bersiv bide provakasyonên Îranê û êrişên wê yên dem demê pêk tîne û wiha pê de çû: “Îsraîl dê li Sûriyeyê eniyeke dijberî Îranê veke. Teqez dê stratejî û amûrên din bi kar bîne, yek jê aliyê sûriyeyî ye.”

Li gorî Silêman ji nû ve bicihkirina hebûna Îranê li Sûriyeyê heye ji ber wê gelek armancên serdana Reîsî hene û got: “Ev serdan, encama gelek guhertinan e yek jê herêmî ye û ya din têkildarî berjewendiyên Îranê ye. Ya seyem amadekariyên rewşeke nû li Sûriyeyê ye ku Îran dixwaze tê de hebe.”

Silêman destnîşan kir ku Îran dixwaze di guhertinên ku çêdibin de mîna vegera Sûriye li hemêza erebî yan jî veguhastina siyasî û danûstandin, hebe û jê ne dûr be.

Têkildarî metirsiyên Îranê yên der barê başbûna têkiliyên hikumeta Şamê bi dewletên ereb re de, bi rêbazekê ku ne li gorî Tehranê be, Hanî Silêman got metirsiyên Îran di vî warî de cidî ne û nirxandina xwe wiha domand: “Îran bi rastî bi fikar e ji vê meselê. Ditirse ku ev bandor li hebûn û hegemoya wê li Sûriyeyê bike.”

Silêman diyar kir ku aloziya baweriyê û niyeta nebaş di navbera her du aliyan de heye, ji ber wê ev lihevkirin heta vê kêliyê testek e û ne diyar e ka dê bi ser keve lê na û got: “Dibe taktîkî û ji bo demeke diyar be. Îran ji ber wê dixwaze teqezî li wan fikaran bike, hawîrdora Sûriyeyê li hemberî êrişên pêşbîn ên Amerîka û Îsraîlê hazir bike.”

Di dawiyê de Silêman got: “Ji 2011`an ve, Îran hebûna xwe li Sûriyeyê xurt dike û ji bo wê yekê berdêlên mezin ên malî û leşkerî dan. Fermandar û leşkerên wê di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin. Ji bo hebûna xwe mayende bike û hegemoya xwe li ser biryara Sûriyeyê teqez bike, xwezayî ye ku peyameke diyar ji her kesî re bişîne ku hebûna wê li Sûriyeyê û kontrola wê li ser biryara siyasî, teqez dike. Her normalîzekirineke erebî bi Sûriyeyê re bi qasî ku di bin sîwana wê de pêk tê, dê vê hegemoyê kêm neke. Bi nêrîna min, ev peyama sereke ya serdana Reîsî ye.”