19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin

Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Silopiyayê bi ser gelek malan de girt û gelek ciwan hatin binçavkirin.

Polîsan îro di danê sibehê de li taxên Barbaros, Cumhuriyet û Nûrê yên navçeya Silopiyaya Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Mehmet Deger, Ridvan Deger, Ozcan Kartuş, Umut Ozbek û gelek kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. ciwanên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.

Li Ceyhana Edeneyê jî binçavkirin

Ji aliyekî din ve li navçeya Ceyhan a Edeneyê polîsan danê sibehê  bi ser gelek malan de girtin.

Polîsan Abdulhekîm Aslan û Ramazan Bahadir di nav de gelek kes destgîr kirin. Kesên ku hinceta destgîrkirina wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.

Serê sibehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê gelek kes hatin destgîrkirin. Bi taybetî ji 25’ê Nîsanê û vir ve bi rengekî girseyî destgîrkirin tê kirin.

Hêjayî gotinê ye li Amed, Stenbol, Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin destgîrkirin.