8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Tirkiyeyê

Bi nêzîbûna hilbijartinê zext, êriş, binçavkirin û girtina li dijî rojnamevanên kurd jî zêde bûn. Ev demek dirêje Amed û Enqere bûne navenda binçavkirin û girtina li dijî rojnamevanan.

 Bi nêzîbûna hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê re zext, êriş, binçavkirin û girtina li dijî rojnamevanên kurd jî zêde bûn. Ev demek dirêje Amed û Enqere bûne navenda birêvebirina operasyonên binçavkirinê û girtina rojnamevanên kurd. Di operasyonên binçavkirinê de di 25’ê nîsanê de li Amedê û di 29’ê nîsanê de li Enqereyê bi sedan kes hatin binçavkirin. Di her du operasyonan de 56 kes bi îfade ango beyanên şahidên navên wan eşkere û şahidên veşarî hatin girtin.  Bi girtina rojnamevanên kurd ên dawî re di nav 11 mehan de hejmara rojnamevanên kurd ku hatin girtin derket 34’an.

16 rojnamevanên kurd hatin girtin

Serdozgeriya Komarêya Amedê di 8’ê hezîrana 2022’yan de li dijî çapemeniya azad a kurd operasyona binçavkirinê da destpêkirin û polîsan bi ser avahiyên JINNEWS, şîrketên produksiyonê yên Pel, Piya û Arî de girtin. Di serdegirtinan de hemû alavên dîjîtal hatin desteserkirin. Her wiha polîsan avêt ser mala xebatkarên van saziyan û rojnamevanan jî.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di 8’e hezîrana 2022’yan de bi ser malan de girt û 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes kirin binçavan. Rojnamevan 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de birin Edliyeya Amedê. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û edîtorê Xwebûnê Zeynel Bulut, rojnamevan Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û welatiyên bi navê Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li gorî îdiayê ji ber rojnamevanan bi çavkaniyên nûçeyan re hevdîtin kirine, bernameyên televîzyonan çêkirine, pirsên di nûçeyan û bernameyan de kirine wek hinceta girtinê hatine nîşandan. Dorpêça polîsan a li ser şirketên produksiyonê yên Piya û Arî 32 rojan dewam kir û lêgerîn lê hat kirin.

Îdianame 10 meh şûn ve hat amadekirin

Îdianameya derbarê 15 jê girtî 18 rojnamevanan de 10 meh şûn ve hat amadekirin. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê. Di îdianameyê de dîmenên arşîvê yên produksiyonan, wêne û dîmenên ji bo bernameyan ji înternetê daxistine, pirtûk û rojnameyên hatine desteserkirin, pereyê ji bo bernameyan hatine razandin kirine mijara tawanbariyê.

Dosyeya rojnamevana girtî Safiye Alagaş û rojnamevan Gulşen Koçûk a negirtî ji dosyeya rojnamevanên din hatiye veqetandin. Her wiha Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî di îdianameya giştî de cih negirtin.

15 jê girtî 18 rojnamevan dê di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkevin pêşberî dadger.

Operasyon hatin lidarxistin

Di 25’ê cotmeha 2022’yan de operasyonek nû ya duyemîn hat lidarxistin. Di heyama ku bikaranîna çekên kîmyewî yên li Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve di rojevê de bû operayona binçavkirinê ku navenda wê Enqere bû li 9 bajaran hat kirin. Polîsan bi ser malên xebatkarên çapemeniya azad a kurd ve girtin û avêtin ser buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Enqereyê û avahiya Produksiyona Arî. Materyalên dîjîtal ên rojnamevanan hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Zemo Aggoz, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku girtî ne û Mehmet Gunhan ku demekî kin li buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî bû hatin binçavkirin. 9 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 29’ê cotmehê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Aggoz jî bi şertê “Hefsa malê” û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Di çarçoveya heman operasyonê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdullah Bayram jî di 21’ê adara 2023’yan de hat girtin û şandin girtîgehê.

Di roja 11 rojnamevanên kurd hatin binçavkirin de nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî li Amedê di serdegirtina mala ajansê de hat binçavkirin û di çarçoveya dosyeyek din de hat girtin. Derya Ren li Girtîgeha Amedê ya Jinan girtî ye.

Gelemperiya îdianameya ku 3 meh û nîv piştre hate amadekirin, ji 149 nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin pêk tê. Dozger li gel nûçeyan, her wiha îfadeyên rojnamegeran, encamên lêkolînên materyalên dijîtal ên hatin desteserkirin û qeydên HTS’ê weke delîl nîşan da. 9 rojnamevan dê di 15’ê gulanê de derkevin pêşberî dadger.

5 jê rojnamevan 51 kes hatin girtin

Piştî neh dem mehan vê carê dîsa navnîşan û navenda operasyonê bajarê Amedê ye. Beriya hilbijartinên di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin, operasyona navenda wê Amed bû li 21 bajaran hat lidarxistin. Di çarçoveya vê lêpirsîn ango operasyonê de rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de 145 kes di 25’ê nîsanê de hatin binçavkirin. Ev kes di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik de ku li ser wan dabû, hat binçavkirin. Polîsan bi ser malan û saziyan de girtin. Derbarê 216 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. 145 kes hatin binçavkirin. 5 jê rojnamevan 51 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 94 kes jî hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsînê de edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmetşah Orûç, Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, rojnameger Remzî Akkaya û Mîkaîl Barut bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Di heman operasyonê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal, rojnamevan Salîh Keleş, Kadîr Bayram û Mehmet Yalçin jî hat berdan.

Piştî operasyona li Amedê 5 roj şûn ve vê carê jî navenda operasyona binçavkirinê Enqere bû. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin.

Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nav de 5 kes hatin girtin. Balkêş e ku Yilmaz û Muftuoglû di 3’ê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çepemeniyê de hatin girtin.

‘Pergala rêbir wê 10 roj şûn ve biqede’

Rojnamevan Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê bertek nîşanî biryara girtinê da û wiha got: “Pergala rêbir wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye.”