19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qersê wê AKP ji forsa xwe bikeve

Li Qersê li dijî AKP’ê bertekên mezin hene. Gelek kesên ku beriya niha dengê xwe dane AKP’ê dibêjin ku wê êdî dengê xwe nedin AKP’ê. Partiya Çepên Kesk Li bajar partiya yekemîn e û li bendê ye ku du parlamenteran bişîne meclîsê.

Gera min a hilbijartinê ya li bajarê serhedê îro jî bi Qersê berdewam dike. Ji Îdirê derbasî Qersê dibim. Di otobusa ku pê çûm Qersê de rojeva rêwiyan hilbijartin e. Di nav xwe de hilbijartinan diaxivin û dûrişmeya namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû “Sana Soz, Baharlar Gelecek” bi bîr dixin û dibêjin, ‘Bi Xwedê wê bihar bê vî welatî’. Lê mixabin hewa li derveyî otobusê qet ne hewaya biharê ye. Erê demsal bihar e, lê bihara Qersê payîz e! Hê nû nû cotkar ji bo tovkirinê erdên xwe cot dikin.

Berî ku derbasî atmosfera hilbijartinê ya li bajar bibim weke dosyayên xwe yên din dixwazim der barê Qersê û hilbijartinên wê de hin agahî parve bikim; Qers bajarekî dîrokî û bi navçeyên xwe ve pir netew û olî ye. Li bajar û navçeyên wê gelên mîna kurd, terekeme, azerî, qerepapax, yerlî dijîn. Hejmara kurdan ji gelên din zêdetir e. Ji ber vê jî li bajar kurd ji bo partiyên siyasî qedera hilbijartinê diyar dikin. Bi giştî 7 navçeyên Qersê û bajarokeke wê heye. Di 14’ê Gulanê de wê li Qersê 185 hezar û 45 hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe di 722 sindoqî de bi kar bînin.

Encamên hilbijartinên berê

Ji salên 1990’î ve li Qersê kurdan mohra xwe li hilbijartinan xistiye. Di gelek hilbijartinan de tevî ku partiyên di xeta HDP’ê de kirine partiyên yekemîn jî ji ber pirsgirêka bendavê nikaribûne nûner bişînin meclîsê. Di sala 2011’an de ev pirsgirêk bi namzeta serbixwe Mulkliye Bîrtane ji holê rakirine û cara yekemîn nûnerê xwe şandinê meclîsê. Di sala 2015 û 2018’an de jî HDP’ê li bajar parlamenter bi dest xistiye û şandiye meclisê.

Navend jî di nav de bi navçeyan re bi giştî 9 şaredarî li Qersê hene. Di hilbijartinên herêmî de partiyên li ser xeta HDP’ê navçeyên mîna Dîgor û Qaqizman û bajaroka Bazarcixê çend caran bi dest xistine. Lê navenda Qersê cara yekemîn di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de bi dest xistine. Piştî salekê di 2020’an de hevşaredarên Qersê ji peywir hatine girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin.

Polîs jî diçin bûroyên Partiya Çepên Kesk!

Piştî van agahiya êdî dora vegotina atmosfera hilbijartinê ya li bajar e. Mîna Îdirê nebe jî li Qersê jî kelecana hilbijartinê xwe dide der û reqabeteke zêde di navbera partiyên siyasî de heye. Mîna Îdirê cara yekemîn têm Qersê. Ji ber vê jî bajar nas nakim. Destpêkê dixwazim biçim avahiya HDP’ê ya Bajar. Piştî ji otobusê peya bûm û min xwest biçim avahiya HDP’ê, li ser rê buroyeke Partiya Çepên Kesk a bajar derket pêşiya min û berê xwe didin buroyê. Kesên li buroyê gelek xwînsar in û tenê li nav çavê min dinêrin û xêrhatina min jî nakin. Min jin wan re got, ‘Ma hûn ê nebêjin tu kî yî’? Li ser vê bêyî xêrhatinê min vedixwînên çayê.

Lê piştre hîn dibim ku li buroyê pirsgirêkek heye. Du rojan li ser hev polîsekî trafîqê bi kincên xwe yên sivîl diçe buroyê û bi saetan çêrê (dijûn) Erdogan dike. Beriya ku biçim buroyê bi çend deqeyan kesek wî ferq dike ku polîs e û wî ji buroyê derdixin. Belê li Qersê bi vê hewldana provakatîf a polîsên tirk têm pêşwazîkirin û dest bi şopandina xwe ya hilbijartinê ya li bajar dikim. Piştre ji buroyê derketim û derbasî avahiya HDP’ê bûm.

Ji ber ku cihê wê nizanim ji ciwanekî pirsa HDP’ê dikim. Ciwanê ku emrê wî derdora 25 salan e ji min re dibe alîkar û min heta avahiya HDP’ê bir. Ne ber avahiyê bi  min re hat heta zikê avahiyê. Di rê de ji min re dibêje, ‘Keko tu rastî mirovê xwe hatî, xwişk û birayekî min li çiyê ne û ji bo serkeftina Partiya Çepên Kesk em ê her tiştî bikin. Ew kesê ku ji xwe re bibêje ez kurd im û deng nede partiya xwe bêwijdan e’.

Buroya AKP’ê viqî vala ye

Gotin di cih de li avahiya HDP’ê bi Hevserokê HDP’ê yê Bajar Cengîz Anli rontgena bajar didim kişandin! Bi qasî nîv saetî bi Anli re rûdinim. Anli, ji min re bi hûrgulî qala Qersê û navçeyên wê dike û bi kurtasî ev tişt dibêje: “Li navenda Qersê û navçeyên Dîgor, Qaqizman, Sarikamiş, Selîm û Sûsûzê em partiya yekemîn in. Li navçeyên Arpaçay û Akyakayê jî AKP li pêş e. Yanî bi giştî em partiya yekemîn in û îhtîmal heye ku em her sê parlamenterên Qersê bigirin. ÎYÎ Partî jî partiya duyemîn e.”

Piştî van nirxandinên wî dema ku derdikevim nav bajar maf didim Anli. Bi rastî jî gelek deverên bajar ên ez çûmê, tevî ku di hilbijartina beriya niha de ji AKP’ê du parlamenteran şandine meclîsê jî piraniya welatiyan dibêjin ku wê dengê xwe nedin AKP’ê. Piştî van bertekan berê xwe didim buroyeke AKP’ê. Buro viqî vala ye. Tenê çaycî û du kesên din li buroyê hene. Balkêş e çayci hewl dide min li buroyê bike AKP’î û weke ez qet wî nas nakim û nizanim çi aniye serê kurdan peznê Erdogan dide.

Kesekî navsere ku du sal in ketiye rêveberiya AKP’ê ya bajar mudaxaleyî çayci dike û beriya ez jê pirs bikim ew pirs ji min dike; tu li bajar digerî rewşa me çî ye? Ez rewşa ku li jorê min aniye ziman vedibêjim û li ser vê vegotina min aciz dibe û ev tişt dibêje, ‘Kurd nankor in, Wele em jî dizanin wê deng nedine me.’ Kesê ku van gotinan dike ew bixwe jî kurd e û van gotinan bi kurdî dibêje. Angaşt dike ku wê ew, Yeşîl Sol Partî û CHP li bajar parlamenter derbixin.

Li buroya ÎYÎ Partiyê me

Ji vir derdikevim û gera xwe ya nav bajar didomînim. Li kolanekê leqayî mexdûrekî erdhejê yê ji Semsûrê têm. Mexdûr gotinên Erdogan ên li ser ekranan ji min re dubare dike. Wexta ku êdî ez qanih bûm ku mexdûr dildarê AKP’ê ye mîn dît ji nişke ve dest bi dijûnan kir û got, ‘Ma Erdogan kî ye, ez kurd im û li gel gelê xwe me, ji bo welat kîjan bi xêr be Xwedê wî bike. Heta niha dengê xwe daye êdî bes e.”

Li kuçeyeke din di bin baranê de leqayî kalemêrek têm û jê pirsa rewşa hilbijartinê ya li Qersê dikim. Kalêmêr, qet teke peke nake û bi camêrî ev tişt dibêje, ‘Li Qersê hilbijartin xweş diçe. Em ê di hilbijartina serokkomariyê de deng bidin Kemal Kiliçdaroglû. Di hilbijartina parlamenteran de jî em ê deng bidin Yeşîl Sol Partiyê. Em hê bênamûs nebûne ku ji bilî partiya me dengê xwe bidin partiyên din.”

Li bajar piraniya kesên ku ji AKP’ê bi gazind in dibêjin ku wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ÎYÎ Partiyê. Li bajar berê xwe didim buroyeke ÎYÎ Partiyê jî. Namzetê ÎYÎ Partiyê Alpaslan Yuce jî li buroyê ye û pê re rûdinim û der barê hilbijartinê de pirsan jê dikim. Yuce, hêza Yeşîl Sol Partiyê ya li bajar bi bîr dixe û angaşt dike ku ew ê du parlamenteran derbixin. Her wiha Yuce dibêje ku li Qersê pirsgirêka herî mezin xizanî ye û ji ber vê yekê herkes ji AKP’ê aciz bûye. Yuce, dijminanihaya qeyûmê Şaredariya Qersê ya li dijî gele Qersê jî bi bîr dixe û dibêje ku xizmeta gel nake.

‘AKP mafê kurdan dixwe’

Gera min a li nav bajar didome. Li du kolanên cuda dayikek û du ciwanan didime axaftin û pirsa rengê wan dikim. Her du ciwan ku li ber derê dikaneke dîrokî ne dibêjin ku di hilbijartina parlamentoyê de wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û di hilbijartina Serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû. Her ciwan dibêjin partiya wan (Partiya Çepên Kesk) çi bibêje wê li gorî wê tevbigerin û ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê dengê xwe bi kar bînin.

Dayika ku ji kaniyeke nav bajar bi du tuliman avê dibe mala xwe jî li ser israra min a zêde tulimekî xwe dide min û ji min re qala rojên ku denge xwe daye AKP’ê dike û dibêje ku wê êdî deng nede AKP’ê. Dayik naxwaze ez wêneyê wê bikişînim û dibêje ku AKP mafê kurdan dixwe û ji ber vê sedemê wê li şûna wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Di saetên berê êvarê de bi komeke xebatkarên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk re derdikevim serdana malan. Bi koman re li ser binaya geriyam. Li her sê bînayan jî xebatkarên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Gelek niştecihên her sê bînayan sozên piştgiriya Partiya Çepên Kesk dan. Piştî vê yekê êdî şopandina xwe ya li nav bajar bi dawî dikim û derbasî mala nivîskarê rojnameya me çîrokbêj Ayhan Erkmen dibim.

Dawî li forsa AKP’ê tê

Li malê piştî xwarina şîvê ez û Ayhan Erkmen li ser maseyekê dixebitin û ji ber ku ew jî tev li xebatên hilbijartinê yên li bajar dibe der barê rewşa Partiya Çepên Kesk a bajar de agahiyan dide min. Erkmen jî dibêje ku wê Partiya Çepên Kesk li bajar bibe partiya yekemîn û bi hêsanî du parlamenteran derbixe. Her wiha Erkmen jî dibêje ku ji bilî Partiya Çepên Kesk bi îhtîmaleke mezin ÎYÎ Partî jî li bajar parlamenterekî derbixe. Dîsa erkmen dibêje ku li navçeyên Qersê bertekek mezin li dijî AKP’ê heye û berovajiyê ji bo Partiya Çepên Kesk jî eleqeyeke zêde heye.

Piştî girtina van nirxandin û çavdêriyên xwe dikarim bibêjim ku wê AKP li bajar ji forsa xwe bikeve û Partiya Çepên Kesk li bajar bibe partiya yekemîn û du parlamenteran bişîne meclîsê. Eleqeya ji bo ÎYÎ Partiyê heta 14’ê Gulanê weke niha bidome îhtîmal heye ku ew jî namzetê xwe bişîne meclîsê.