7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglû û Yilmaz hatin girtin

Dadgeriyê der barê rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû de biryara girtinê da. Yilmaz bertek nîşanî biryara girtinê da û wiha got: “Pergala rêbir wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye.”  

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran operasyon hatibû lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de bûn. Fîlîz Yilmaz piştî îfadeyên li dozgeriyê hat berdan. 15 kes bi daxwaza girtinê û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.

5 kes hatin girtin

Dadgeriyê derbarê rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû, Erol Balci Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe de biryara birgirtinê da. Hevjîna Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz, Cahît Kanbay,  Cîhan Guneş, Îsamîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî ya îmze û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.

Rojnamevan Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê bertek nîşanî biryara girtinê da û wiha got: “Pergala rêbir wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye.”