18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê hêzeke nû li ser sînorê Tirkiye û Îranê bi cih dike

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul, diyarkir ku ji bo pêşigirtina êrîşên Tirkiye û Îranê wê hêzên parastina sînor li ser sînorê Iraqê yê her du welatan bên bicihkirin.

Bi salan e Tirkiye bi hinceta PKK’ê serweriya başurê Kurdistanê bin pê dike û li dijî herêmê êrîşên dijwar pêk tîne. Di dawîn de bi hinceta partiyên Rojhilat Îran jî bi heman rengî êrîşan pêk tîne. Tevî rewşê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare sînorên xwe yên bi her du welatan re biparêzê û li şûna pêşî li êrîşan bigire ew jî mîna Tirkiye û Îranê hêzên kurd sûcdar dike.

Ji ber vê yekê Hikûmeta Navendî ya Bexdayê dest li mijarê werda û bi hinceta êrîşên her du welatan dixwaze hebûna xwe ya li herêmê zêdetir bike. Di vê çarçoveyê de biryar da ku hêzeke nû ya ji berê zêdetir li ser sînorên Tirkiye û Îranê bi cih bike. Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resûl, der barê bicihkirina hêzan de daxuyaniyek da.

Yehya Resul, der barê mijarê de ev tişt got; “Serokwezîrê Iraqê plana jinû ve cibihkirina hêzên Artêşa Iraqê ya ji bo parastina xeta sifir ya li herêmên sînorî yên Tirkiye û Îranê, pêşkêş kiriye. Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraq û Wezîrê Parastinê, ji bo hîn zêdetir rewşa hêzên leşkerî yên ser sînor bizane, wê lijneyek ava bike.”