4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî girtina 30 salan hate berdan

Girtiyê zulfîkar Bayram piştî girtina xwe ya 30 sal û 40 rojan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Amedê hat berdan.

Zulfîkar Bayram (60) ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Amedê girtibû piştî girtina xwe ya 30 sal û 40 rojan hat berdan û ji hêla malbata xwe ve bi çepik û tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Dema derketina xwe ya ji girtîgehê Bayram, ev tişt gotin: “Ev 30 sal ewqas bi hêsanî derbas nebûn. Derfetên pir zor û zehmet bûn. Di gelek girtîgehan de mam. Ji hêlekî keyfxweş û ji hêla din ve jî ji ber hevalên xwe yên di girtîgehê de xemgînim. Hêviya min ew e ku di demekî herî nêz de em bi hev re azad bibin. Nikarim hestên xwe vebêjim. Ji bo hevalan serkeftinê dixwazim.”

Piştî axaftinê jî çû axa Amedê maç kir û got: “Piştî 30 salan, axa pîroz a Amedê maç dikim.”

Bayram, di sala 1992’yan de li gundê Kehbê yê girêdayî navçeyê Sûra Amedê hatiye binçavkirin. Di dema bincavkirinê de nêzî 40 rojan îşkenceyeke giran lê hatiye kirinPiştre jî di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê de hatiye darizandin û bi angaşta “yekitî û yekparetiya dewletê xera kiriye” û “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hatiye birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Bayram li girtîgehê bi nexweşiyên dil, tansiyon û şekirê ketibû. Her wiha di pêvajoya 30 salan de sirgunî gelek girtîgehan hatiye kirin. Li girtîgehên Elbistan, Dîlok, Yozgat, Çewlik, Osmaniye, Îzmîr, Agaoglû, Panos û herî dawî jî li Amedê hatiye ragirtin.