2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê da ber topan

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê duh êvarê jî bi rengekî giran da ber topan.

Dewleta tirk êrîşa ku di 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin didomîne. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk duh êvarê jî gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê topbaran kir.

Dewleta tirk gundên Gozeliyê , Um El-Kêf û Til Cuma yên Til Temirê bi çekên giran dan ber topan.Her wiha gundên Xirabîsan, Zormixar û Şêxlera Jorîn ên Kobanê jî topbaran kirin.

Li Eyn Îsayê jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û rêya M4’ê bi obusan topbaran kirin. Her wiha li heman herêmê gundê Cideyde û Kampa Eyn Îsayê jî hedef hatin girtin.