7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê li nêzî Wargeha Mexmûrê kuleyên leşkerî kom kir

Piştî ku hewildana artêşa Iraqê ya têlkirina dora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî, rastî nerazîbûna gel hat û bi serneket, vê carê artêşa Iraqê di navbera wargehê û navçeya Mexmûrê de hejmarek zêde ya kuleyên leşkerî amadekir. Nayê zanîn armanca anîna van kuleyan a vêderê çiye.

Di 27’ê kanûna 2021’ê de hêzên leşkerî yên Iraqê hewl da ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê bi awayekê girseyî bertekên xwe nîşan da. Piştî helwesta gel hêzên arteşa Iraqê paşve gav avêtin.

Piştî vê hewildanê, şandeyek ji saziyên wargehê hat avakirin û li gel rayedarên leşkerî yên Iraqê hevdîtin kirin. Heta niha rayedarên hikûmetê ti bersivek erênî nedaye. Li dijî vê yekê li ber seytereya ketina wargehê konê çalakiyê hatiye vedan û ev çalakî didome.

Di van rojên dawî de jî artêşa Iraqê li baregeha xwe ya ku dikeve navbera wargehê û navçeya Mexmûrê de hejmarek zêde kuleyên leşkerî amadekiriye. Lê heta niha nayê zanîn ev kule ji bo dorpêçkirina wargehê anîne vêderê, yan jî ji bo karek cûda anîne.

Gelê wargehê jî ji rewşa heyî bi guman nêz dibin û diyar dikin ku ew ê ti carê qebûl nekin dora wargehê bi têlan û kuleyan were dorpêçkirin.