6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêwistî bi tecrûbeya Rêveberiya Xweser heye

Piştî aloziya li Sûriyeyê di sala 2011’an de kurdan pergaleke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Ev 12 sal in ku carnan bi alîkariya Rûsya, DYA, Çînê û hwd. Tirkiye çeteyan dide pêşiya xwe û êrîşan dibe ser herêmên Rêveberiya Xweser. Piştgiriya herî vekirî jî bêguman a ku PDK dide Tirkiyeyê.
Her çiqas ku êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin jî ev pergal di nava 12 salan de li gelek welatên cîhanê wek projeyeke alternatîf hat pênasekirin û ji aliyên hin welatên wek Katalonyayê ve hat nasîn.

‘Hewcedarî bi vê pergalê heye’

Têkildarî pergala Rêveberiya Xweser Serekreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal a Lubnanê Dr. Alfred Riachi ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser bi ser ketiye û wiha got:“ Welatekî mîna Sûriyeyê ku tê de gelek netew, etnîk û mezheb hene, pêwîstiya wê bi tecrûbeyeke wek a Rêveberiya Xweser heye. Ji ber wê divê pêş bikeve û pergaleke federal pêk bîne da ku taybetmendiyên etnîk, mezheb û neteweyan li ber çav bigire. Em dikarin bêjin ku ev tecrûbe dişibe modela Swîsreyê.”

‘Divê gel pergalên xwe ava bikin’

Alfred Riachi destnîşan kir ku pergalên zordest di rêvebirina pirrengiyê de bin ketin û gelek dewletan hewl dan li ser çand û zimanên wan pêkhateyan hin guhertinan çêbikin. Ev yek jî tim li gor pergala xwe çêkirine û wiha pê de çû: “Divê guhertin ji jêr ber bi jor ve be. Divê gel pergalên xwe ava bikin. Şaş e ku pergalek li ser pêkhateyan were ferzkirin.”

‘Pergalên zordestiyê têk çûn’

Di berdewamiya axaftina xwe de Riachi wiha got: “Pergalên zordest çi li Sûriyeyê yan li Iraqê yan jî di gelek dewletên Ewropayê de mîna Yugoslavia bi bin ketin û di encamê de alozî û şer rû dan. Nabe fikrên yekalî li ser pergala pirrengiyê pêk were. Dema bixwaze vê yekê bike jî, hêzê bi kar tîne. Ev hêz, istiqrareke demkî çêdike. Bi tunebûna vê faktorê re, nakokî û şer rû didin. Pergala navendî di civakeke pirreng de bi ser nakeve. Pêwistiya Sûriyeyê bi pergala federal heye da ku statuya wê dewam bike.”

‘Bandora pergala navendîbûnê’

Alfred Riachi da zanîn hîn tecrûbeya navendîbûnê ya binkeftî bandorê li hikûmeta Şamê dike ku di encamê de wêranî li welêt çêbû û ev tişt anî ziman: “Bi nêrîna min, hikûmeta Şamê ne xwediyê biryara xwe ye. Çareseriyên navneteweyî hene ku li ser bingeha rêzdariya ji pirrengiyê re di çarçoveya pergaleke siyasî û navendî û xwedî destûreke federal ava dibin. Ev rêya xilasiya Sûriyeyê û herêmê ye.”

‘Ji bo hevgirtina gelan’

Riachi destnîşan kir ku pergalên navendî yên li herêmê pirsgirêkeke mezin e ku nikarin pirrengiyê bi rêve bibin û ev li gotina xwe zêde kir: “Xuyaye ku dê li herêmê pergala rêvebirina pirrengiyê pêk were ku hevgirtinê di navbera pêkhateyan de ava bike û dewletan biparêze, istiqrar, geşedan û pêşketinê bi xwe re tîne. Di pêşerojê de zemînekê ji aştiyê re ava dike. Ji ber ku pêwistiya aştiyê bi gelên hevgirtî û aştiyane re heye. Xwe di warên aborî û geşedanê de pêş dixin. Ji tundî û nakokiyan dûr dikevin.”

Pergala federal

Serkereterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr. Alfred Riachi di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya bi Rêveberiya Xweser û da zanîn ku ev pergal ji bo hemû Sûriyeyê divê têkeve meriyetê, ji ber ku ev pergal ji pirrengiya gelan re rêzê digire û pergalên fedaral in.