spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bin baranê de nobeda edaletê

Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 322’an de di bin baranê de berdewam kir.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîranê 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur bi giştî 3 kes qetil kiribûn. Piştî bûyere ji ber kujer nehatin girtin û nehatin darizandin, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê li dijî vê zilma ku li wan hat kirin bi daxwaza edaletê dest bi nobeta edaletê kirin. Malbat 322 rojin nobeda xwe ya li ber Edliyeyê berdewam dikin. Ji ber serma û şertên hewayê Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî hat ber edliyeyê dest bi nobetê kir.

Malbatê, li ser hesabê medya sanal, Walîtiya Rihayê û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan etîket kir û peyama: “Çavên Themîs ku mîzana edaletê di destê wî de ye girtî ne. Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî li dijî daxwazên wan ên edaletê çav û guhên xwe girtî ye. Nobeta edaletê di bin baranê de di roja 322’yemîn de berdewam dike.” parve kir.