2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk 2 leşkerên Şamê kuşt

Artêşa tirk û komên paramîlîter gundên bakurê bajarê Minbicê topbaran kirin û 2 leşkerên hikumeta Şamê kuştin û 4 leşker jî birîndar kirin.

Artêşa tirk û komên xwe yên paramîlîter êrîşên gundên bakurê Minbicê kirin. Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, artêşa tirk bi komên xwe yên paramîlîter re baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Toxan û Ewn Dadat ên dikevin bakurê bajarê Minbicê  bi tank û obîsan topbaran kirine.

ANHA’yê ragihand ku di encama topbarana artêşa tirk de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.