3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwest avahiya HDP’a Edeneyê bişewitîne

Li Edeneyê jineke nasnameya wê nehat zanîn bi 3 şûşeyên petê ku madeya şewitandinê têde hebûn, xwest avahiya hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk bişewitîne

Li navçeya Seyhana Edeneyê jineke nasnameya wê nehat zanîn 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn, danî ber deriyê avahiya hevpar a rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Keskê. Kiryar di saetên serê sibehê de hate ber avahiyê û petên şûşe danî ber derî. Jineke ku ev rewş ferq kir, agahî da polîsan. Li ser vê yekê komên polîsan hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku di hundirê şûşeyên pet de teqemenî û madeyên şewitandinê hene.

Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş têkildarî bûyerê agahî dan û wiha got: “Saet derdora 10.30’an de jinekê li derî xist. Piştî ku derî nehatî vekirin, bi qasî 15 deqeyan li ser derenceyan sekinî. Piştre jî şûşeyên pet ên di çenteyê xwe de derxist, danî pêşiya derî û ji avahî derket. Jina ku derdikeve jor ji ewil li zengilê dixe. Di vê navberê de rêveberê me yê li hundir jinê ferq dike û derî venake. Polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Me gilî kir.”

Tiştên li avahiya partiyê qewimîn ji hêla kamerayên ewlekariyê ve jî hatin kişandin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku kiryar bi rehet tevdigere. Hat zanîn ku ev jin hêj nehatiye girtin.

Di 18’ê gulana 2015’an de jî DAIŞ’ê li dijî heman avahî êrişeke bombeyî pêk anîbû. Di êrişê de 7 kes birîndar bûbûn.