3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êrîşkara HDP’ê: Polîsan ez şandim

Kesa ku 3 petên sotemeniyê li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Seyhana Edeneyê danî û hewl da avahiyê bişewitîne, li xwe mikur hat û got: “Hûn kî ne? Polîsan ez şandim.”

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jineke nasnameya wê nehat zanîn bi 3 şûşeyên petê ku madeya şewitandinê têde hebûn, xwest avahiya hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk bişewitîne. Kiryar di saetên serê sibehê de hate ber avahiyê û petên şûşe danî ber derî. Jineke ku ev rewş ferq kir, agahî da polîsan. Li ser vê yekê komên polîsan hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku di hundirê şûşeyên pet de teqemenî û madeyên şewitandinê hene.

Rêveberên HDP’ê piştî rewş ferq kirin, li aliyekî gilî kirin û agahiya polîsan, li  aliyê din HDP’î bi xwe ketin nava lêgerînê. Rêveberên HDP’ê li rawestgeheke otobusê ya li kolana Abidîn Paşa êrîşkar zeft kirin. Dema rêveberên HDP’ê êrîşkar zeft kirin, êrîşkar li xwe mikur hat û got: “Hûn kî ne? Polîsan ez şandim. Kê hûn şandin?” Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogullari  bertek nîşanî êrîşkarê da û wiha got: “Hemû Tirkiye vê rewşê dişopîne. Em ê heta dawî vê bûyerê bişopînin.” Endam û rêveberên HDP’ê piştre jina êrîşkar radestî polîsan kirin.

Di 18’ê gulana 2015’an de jî DAIŞ’ê li dijî heman avahî êrişeke bombeyî pêk anîbû. Di êrişê de 7 kes birîndar bûbûn.