2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk careke din gundên Kobanê da ber topan

Artêşa tirk, gundên dikevin rojavayê bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa tirk, êrîşên ku şewa 19’ê mijdarê de li djî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk careke din li dijî gundên Kobanê yên rojavayê Kobanê êrîş da destpêkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daye, artêşa tirk 3 gundên bi navê Zormixar, Çarqilî û Ziyare yên dikevin rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Hêjayî bibîrxistine ye ku artêşa tirk duh gundên Girê Spî û Eyn Îsa yên nêzî eniyên şer bi çekên giran dabû ber topan. Di van êrîşan de welatiyê bi navê Salih Elî Selame (61) ê ji eşîra Ebo Esaf ku li gundê Bîr Îsa li nav zeviya xwe bû bi topeke artêşa tirki jiyana xwe ji des da.