spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Rojhilat di roja 83’yemîn de didome

Serhildana ku di meha îlonê de bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir di roja 83’emîn de berewam dike. Duh li Sine xwendevanên jin meşiyan û gelek bajarên din ên Îranê jî meşên bêdeng hatin lidarxistin.

Serhildana ku di meha îlonê de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî dest pê kir, di roja 83’yemîn de berdewam dike. Duh li bajarê Sine bi dehan xwendevanên jin ên Peymangeha Teknîkî daketin kolanan û meşiyan. Xwendevanan bênavber dirûşmeyên dijî desthilatê û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Hêzên Îranê êrişî xwendevanan kirinû gelek kes birîndar kirin.

Li heman bajarî komek xwepêşandêr ji bo xwepêşanderê bi navê Humen Ebdulahî ku ji aliyê rejîmê ve hatibû kuştin li ber derê mala wî kom bûn û merasîmek bîranînê li dar xistin. Li bajarê Şino jî duh hate gotin ku du birayên bi navê Ferhad û Ferzad Teha Zade ku di xwepêşandanan de hatine binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Li Tehran, Esfehan û gelek bajarên din ên Îranê jî welatî daketin kolanan bi bêdengî meşiyan. Lê hêzên rejîmê êrişî wan kirin. Li gelek zanîngehan jî boykota xwendevanan dewam dike, xwendevan duh jî çalakî li dar xistin.